Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke 2021-12-12 11:14:34 RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê di roja 279'emîn de berdewam dike wiha got: “Dibe ku dewlet yên zilmê dikin efû bike, lê civak wan efû nake.”  Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin. Sê ferdên malbatê hatin kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata xwe winda kirin, ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê, Nobeda Edaletê digirin. Nobeda malbatê di roja 279’emîn de ye.    Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe didomîne. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal vê peyamê parve kir: “Yên ku pişta xwe didin Kral yek bi yek dikevin. Dibe ku dewlet yên zilmê dikin efû bike, lê civak wan efû nake.”