Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê 2021-12-12 11:51:21   AMED - Girityê Nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê bi koronayê ketibû, ji nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê.    Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (82) ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T girtî ye û tevî hemû bangan jî nayê berdan, beriya bi lawê xwe AhmetOzkan li hepsê bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketibûn. Li ser vê yekê Ozkan di 8’ê kanûnê de rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û dest bi tedawiya hat kirin.    BIRIN GIRTÎGEHÊ    Hat zanîn ku Ozkan vê sibehê carek din ji nûve ji nexweşxaneyê birine girtîgehê. Nevzat Ozkan diyar kir ku li ser daxwaza bavê wî ji nexweşxaneyê derxistine û birine girtîgehê.