Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye 2021-12-12 14:52:11 AMED - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan di roja 27’emîn de çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê berdewam kirin. Îro jî gelek kesan piştevaniya malbatan kir.  Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan di roja 27’emîn de li Baroya Amedê berdewam kirin. Serdanên ji bo malbatan jî berdewam dikin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê, endamên Meclîsa Şaredariya Bismilê yên HDP’yî serdana malbatan kirin.    Hevserokê HDP’a Bismilê Meşhel Sirimsi di serdanê de axivî û got sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û tevî zextan û binpêkirinên mafan jî gelê kurd li ser pêya ye.    BERXWEDANA KURDAN    Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî da zanîn ku gelê kurd bi salan e li dijî zextan li ser pêya, li ber xwe dide û wê tundî û zext nikaribin têkoşîna gelê kurd têk bibin. Ayaz diyar kir ku divê her kes ji bo girtiyan bi rola xwe rabe.    Rêvebera HDP’ê Hanim Tanriverdî jî bal kişand ser mirina biguman a Garîbe Gezer û got ji ber ku Garîbeyê serê xwe netewand hat kuştin û divê her kes bibe dengê girtiyan.    Încî Guler a ku birayê wê girtiyê nexweş e jî xwest piştevaniya ji bo malbatên girtiyan mezin bibe.