Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye 2021-12-12 15:30:53   MÊRDÎN - Hat ragihandin ku li Çiyayê Bagokê yê Nisêbînê tevgera leşkerî heye û herêm hatiye bombekirin.   Hat diyarkirin ku li bejahiya Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji duh bi şev û vir ve tevgera leşkerî didome. Hat zanîn ku leşker û tîmên taybet li herêmên nêzî cihên sivîlan ên li herêmê tên sekinandin. Di dema sewqiyata helîkopteran bo herêmê de çavkaniyên herêmî ragihandin ku herêma çiyayî bi balafirên şer li pey hev hatiye bombebarankirin.    Ji rayedaran heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn ku li herêmê operasyoneke leşkerî heye.