Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-12-12 20:21:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetan de 182 kesên din jiyana xwe ji dest dane û 17 hezar û 956 kesên din bi vîrûsê ketine.   Li gorî daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve rojane tên weşandin, di 24 saetên dawî de 345 hezar û 754 test hatine kirin û 17 hezar û 956 kesên din bi vîrûsê ketine. Wezaretê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê 182 kesên din jiyana xwe ji dest dane.