Ocalan: ‘Tifaqa Demokrasiyê’ dikare Tirkiyeyê rizgar bike 2021-12-13 10:42:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in ji bo çareseriya pirsgirêkan “Tifaqa Demokrasiyê” pêşniyaz dike û vê yekê wekî “razgariya demokratîk” pênase dike.    Li Tirkiyê ji sala 2002’an ve AKP li ser desthilatdariyê ye. Krîzên siyasî û aborî kûrtir kiriye. Her roja ku diçe ev desthilatdarî piştevaniya civakî winda dike. Muxalefet dibêje desthilatdariya AKP’ê temenê xwe yê 19 salan tije kiriye û nîqaşên hilbijartina pêşwext û tifaqên partiyan anî rojevê. Serkêşiya Tifaqa Milletê partiya CHP û Îyî dikin û li aliyekî banga hilbijartina pêşwext dikin û li aliyekî jî xebatên berfirehkirina tifaqê didomînin. Partiya Kedê (EMEP), Partiya Komunist a Tirkiyê (TKP) û Partiya Sol demeke di bin navê “tifaqê” de tên cem hev.    Di tevahiya rapirsiyan de ji bo hilbijartinek muhtemel wek partiya ku herî zêde rol û rist di destê wê de ne HDP tê nîşandan. HDP di her daxuyaniyên xwe de destnîşanî “Rêya Sêyemîn” dike û rayedarên HDP’ê di serî de ji bo çarseriya pirsgirêka kurd û tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê banga Tifaqa Demokrasiyê dike.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F de tê ragirtin û bi tecrîdek giran re rûbirû ye, her tim pêşniyaza Tifaqa Demokrasiyê kir. Ocalan vê tifaqê wek dermanê çareseriya pirsgirêkên li welat dibîne û destnîşan dike ku wê ev tifaq Tirkiyê ji hemû qal û belayan rizgar bike.    RIZGARIYA ADEMOKRATÎK    Ocalan di hevdîtina xwe yali gel parêzeran di 19’ê nîsana 2000’î de kiribû de destnîşan kiribû ku demokrasiyek bêtifaq wê li pêş nekeve û gotibû: “Divê Tirkiye wek salên 1923’yan ji xelekek teng were rizgarkirin. Divê di çaryeka sedsala 21’emîn de rêxistina dewletê ya demokratîk di nava aştiyê de pêk were. Çawa ku di 1920’î de rizgariya netewî hebû îro jî divê rizgariya demokratîk hebe. Lazim e tifaqa eniya demokrasiyê were avakirin. Pêwîste gelek tebeqe û derdor di nav de cih bigirin.”    JÊHATÎBÛN, HOSTETÎ, GIHÎŞTÎBÛN   Ocalan di 11’ê Îlona 2002’an de anîbû ziman ku Tifaqa Demokrasiyê jêhatîbûn, hostatî û gihîştîbûnê dixwaze û wiha axivîbû: “Ji bo vê îrade û hêza mêjî nehatiye pêşxistin. Tiştên ku min beriya du salan gotibûn hebûn, min gelek caran behsa girîngiya lihevhatina demokratîk kir. Pêwist e ji xeletiyan ders werbigirin û bi cîbicîkirina peywiran re bibin bargiran û bi xîret bixebitin. Pêşxistina çanda têkoşîna demokratîk bi pêşxistina rêxistinên demokratîk di hemû qadên jiyanê de pêş dikeve. Ev jî bi afirandina modelên rêxistinên demokratîk ên ji bo hemû qadan pêk tê. Ji sendîkayan, kooperatîfan heta huner û werzîşê, ji sendîkayên esnafan bigire heta rêxistinên ku bêkar tên cem hev, divê li her şaneya civakê bê pêşxistin û belavkirin.”   TIRKIYE NEÇAR E DEMOKRATÎK BIBE    Ocalan di 20’ê Cotmeha 2004’an de diyar kir ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê demokrasî ye û gotibû: “Li Tirkiyeyê hemû saziyên heyî di demokratîkbûyînê de dikevin tengasiyê. Tirkiye mehkûmî demokratîkbûyînê ye.”    RÊYA SÊYEMÎN    Rêberê PKK’ê Ocalan di hevdîtina 27’ê Cotmeha 2006’an de bi parêzerê xwe re kiribû bal kişand ser girîngî û pêwîstiya Rêya Sêyemîn û ev nirxandin kiribû: “Îro jî Tirkiye neçar e ku xwe bispêre kurdan. Têgihiştin û modela netew-dewletê ji xwînê pê ve ti encam nade. Sosyalîzma reel jî parçeyek ji modernîzmê ye. Ev hemû beş, têgeh û sîstemên modernîzma sermayeyê ne. Gotar û îşaret hene ku avahî û civata cîhana îroyîn analîz dikin, lê ne bi rêkûpêk hatine formulekirin. Niha ez formule dikim.”    PÊŞXISTINA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK    Ocalan di civîna 28’ê Gulana 2008’an de ku li gel parêzerên xwe kiribû de derbarê Tifaqa Demokrasiyê de axivî bû û vê bangê li rewşenbîran kiribû: “Ez ji vir bang li rewşenbîrên Tirkiyeyê dikim; divê ew van lîstikan baş bibînin. Ez van hemû lîstikan dibînim û îfade dikim. Ger ji pirsa ‘Pêşniyara we ya çareseriyê çi ye?’ çareseriya min dê bibe siyaseta demokratîk a ku dê li ser bingehek antî-yekdestdarî, antî-hegemonîk, aştiyane û demokratîk pêş bikeve û hemû beşên civakê, heta nûnerên cihên kar ên biçûk jî tê de bin. , dê beşdar bibin. Di bin heman sîwanê de li ser esasê aştî û demokrasiyê kom bibin. Hûn jê re dibêjin koalîsyon an jî tifaq, ne ewqas girîng e. Ya girîng pêşxistina çareseriya demokratîk e. Çareseriya demokratîk bi hînbûna siyaseta demokratîk pêk tê. Ji ber vê yekê min yekser got divê ji Colemêrgê heta Edîrneyê li her derê akademiyên siyaseta demokratîk bên avakirin. Bi akademiya siyaseta demokratîk re demokratîkbûna ferd dê demokratîkbûna ferd û demokratîkbûna civakê bi xwe re bîne. Di derbarê çareseriya demokratîk de bi hemû derdorên nerm re muzakere tên kirin. Ya girîng pêşxistina çareseriya demokratîk e."   HIŞYARIYA TIFAQA ANTÎ-KURD    Ocalan di hevdîtina xwe ya 9’ê Mijdara 2013’an de li gel Şandeya Îmraliyê kiribû de wiha gotibû: “Heger tifaqa li dijî kurdan bidome dê şer neqede. Min ji wan re got li Sûriyeyê bi hev re tifaqê bikin. Davutoglu du sal winda kir. Davutoglu ew xet binpê kir. Dîwar çima tê lêkirin, har û dîn bûne? Çima têlên rêsayî tên danîn? Çima mayin têne danîn? Ma we hişê xwe xwariye? Tiştê ku dixwazin ew e ku kurd li wir nebin xwedî hêz. Lê eger kurd nebin wê rejîmeke faşîst ava bibe. Ev çi dînîtî ye? Min ji Komîsyona Peymana Neteweyî re pêşniyar kir ku vê yekê derbas bike. Misak-i Milli ji bakurê Helebê dest pê dike. Li şûna ku hûn têl li wir biçînin, divê hûn sînoran rakin. Divê hûn yên heyî ji wir rakin. Li şûna ku hûn piştevaniya El Nusra û hwd. dikin û hêz didin çeteyan, çima hûn vê nabînin? Çawa ku Îran piştgirîya Hizbullahê dike, divê ew jî piştgiriya PYD’ê bikin. Eger kurd li Sûriyê nemînin wê hêzeke super-faşîst ava bibe.”     MA / Ozgur Paksoy