Li Amedê ji ber mijê seferên balafiran hatin betal kirin 2021-12-13 11:42:35   AMED - Li Amedê ji ber bandora mijê didome, seferên balafiran hatin betalkirin.    Li Amedê mija di saetên şevê ve bajêr dorpêç kir, bandora xwe didomîne. Mij bû sedem ku di trafîkê de mesafeya dîtinê bikeve 50 mîtroyî. Wesayîtên ku leza xwe kêm kirin, lambeyên xwe ronî kirin û wisa pêş ve çûn.    Mijê bandoreke neyînî li veguhestina hewayê jî kir. Ji ber mijê seferên balafiran ên Amed-Stenbol û Amed-Enqereyê hatin betalkirin.