Derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-12-13 12:18:15 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê kongreya HDP’a Stenbolê de lêpirsîn da destpêkirin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê duh bi beşdariya bi hezaran kes li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê li dar xistibû. Miduriyeta Giştî ya Polîsan derbarê kongreyê de bi hinceta dirûşmên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin û sirûdên "rêxistinî" hatine xwendin gilî kiribû.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi bayê bezê vê gilîkirinê li ber çavan girt û bi heman îdiayan derbarê kongreyê de lêpirsîn da destpêkirin.