Girtiyê nexweş Tamboga sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin 2021-12-13 13:06:52   HATAY - Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dima, sewqî Girtîgeha Amedê hat kirin.    Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûna Hatayê dima, piştî hewldanên demdirêj yên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Amedê hate kirin. Ji ber Tamboga li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihat ragirtin, malbata wî nedikarî biçe serdana wî.    Tamboga di serdema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîra Şirnexê hêj 16 salî bûye û bi îdiaya “yekîtî û tevahiya welat û dewletê xera kiriye” û “kuştina bi qestî” hatiye girtin û darizandin. Dadgehê bi van îdiayan 4 caran cezayê girankirî yê heta hetayê lê birî. Tamboga ji roja ketiye girtîgehê nexweş e û gelek nexweşîn lê peyda bûne û her roj zeîf dibe. Tamboga nikare avê jî vexwe. Di encama hewldanên ÎHD’a Îskenderûnê de sewqî Saziya Tiba Edlî hatibû kirin û pişt re dîsa biribûn girtîgehê.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan û Tulay Hatîmogûllerî û endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê parêzer Mehtap Sert di 1’ê Mijdara 2021'an de bi rêveberiya girtîgehê re têkildarî binpêkirinên mafan ên Tamboga pê re rûbirû dimîne hevdîtin pêk anîbûn.