Montên girtiyan nedane wan û klîmaya sar vekirine 2021-12-13 13:20:48   STENBOL - Tevî hewa sar jî montên 5 girtiyên ku hatin sewqkirin nedan wan û klîma sar a maşîneya zirxî xebatandî bi saetan rê wan birin.    Girtî Çekdar Ozer di 8’ê kanûnê de bi 4 girtiyan re ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F sewqî Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê ya Tîpa L hatin kirin. Girtî dema dihatin sewqkirin bi tundiya fizikî ya gariyanan re rûbirû man. Girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtna bi rêya telefonê ya heftane pêk anî. Girtiyan gotiye 36 saetan bi rê ve mane û tiştên hatine serê wan ji malbatên xwe re vegotine.    Hevjîna Ozer, Sultan Yilmaz Ozer destnîşan kir ku hevjînê wê gotiye ku ew bi îşkenceyê re rûbirû mane.    Ozer anî ziman ku ew di 8’ê kanûnê de ji bo hevdîtinê çûye Girtîgeha Edîrneyê û gardiyanan jê re gotiye hevjînê wê hatiye sewqkirin û 36 saetan tu agahî jê wernegirtiye. Ozer diyar kir ku hevjînê wê di 10’ê kanûnê de lê geriyaye û jê re gotiye ew bi rê de rastî gelek îşkenceyan hatine. Ozer got ji ber hevjînê wê û girtiyên din lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine îşkencekirin.    KLÎMAYA SAR VEKIRINE    Ozer destnîşan kir ku hevjînê wê jê re gotiye destûr nehatiye dayîn montên xwe li xwe bikin û got: “Di hewaya sar de montên girtiyan ji ser wan hatine rakirin û wan birine. Em di zivistanê de û jixwe hewa sar e, ev ne bes e rabûne klîmaya wesayîta rîngê ya sar pêxistine. Wan wisa birine heta Gîresûnê. Ji ber sermaye lingê wî tevizî ne. Dema ew peya bûne bi saetan nehatine ser hişê xwe. Ev ne mirovî û wîjdanî ye.”    BI FIKAR E    Ozer anî ziman ku ew ji ewlehiya canê hevjînê xwe bi fikar e û ew naxwazin agahiyên nexweş ji girtîgehan bibihîzin.    MA / Enes Sezgîn