Piştevaniya ji bo malbata Şenyaşar berdewam dike 2021-12-13 15:47:29   RIHA - DBP, ÎYÎ Partî û Yapi-Yol Sen ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê nobeta xwe didomîne kirin.    Serdanên piştevaniyê yên malbata Şenyaşar ku di roja 280’emîn de Nobeta xwe ya Edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê didomîne, berdewam dikin. Danê sibehê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Koma Bajar û Navenda Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) serdana malbata Senyaşar kirin, piştî nîvro jî rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya ÎYÎ û YAPI-YOL SEN’ê ziyaret kirin.    ‘DIVÊ EM JI DAYIKÊ RE BIBIN DENG’   Meclîsa Dayikên Aştiyê jî bi Rêxistina DBP’a Dîlokê re serdana malbatê kirin. Hevserokê DBP’a Dîlokê Tahîr Altûg diyar kir ku desthilat zilmê li gelê kurd dike û wiha axivî: “Divê hiqûq bixebite. Divê em ji vê dayika ku li ber deriyê edliyeyê disekine re bibin deng. Ev dayik 10 caran vexwendin îfadeyê. Divê demildest ev kujer werin darizandin. Divê demildest ev pirsgirêk were çareserkirin û kujer werin cezakirin.    Hevseroka DBP’a Dîlokê Kadiye Elmas û Dayika Aştiyê Hazal Tîmûrtaş jî xwest ku kesên komkujî pêk anîn werin cezakirin.    ‘ROJEKÊ WÊ EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE’   Pişt re yek ji Karsazên Rihayê Bêrîvan Gokoglû Yildizsoy ku di mehên dawî de ji AKP’ê îstîfa kiribû û tevlî ÎYÎ Partiyê bûbû, serdana malbatê kir. Yildizsoy, a kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî wiha got: “Wê rojekê edalet cihê xwe bibîne.”   ‘EM Ê LI CEM TÊKOŞÎNA MALBATÊ BIN’   Seroka Giştî ya YAPI-YOL SEN’ê Gultekîn Narîn û rêveberên sendîkayê yên Amedê jî serdana malbata Şenyaşar kir. Narîn di serdanê de axivî û wiha got: “Heta ku hemû bêhiqûqî bi dawî bibin em weke KESK û YAPI-YOL SEN’ê em ê li dijî van bêhiqûqiyan bisekinin. Heta berpirsyar werin darizandin em ê li cem têkoşîna malbatê bin.”