ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-14 09:00:15 * Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan Erkan Çita, diyar kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke topyekûn bê dayîn û got ku bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin. * Guler Tunç destnîşan kir ku gotina “Gelê kurd serê xwe natewîne” carek din şênber bûye û got: “Ji min û Berxwedan re mîrasek mezin a berxwedanê ma. Divê berxwedana wan were mezinkirin.”    * Jinên siyasetmedar balê kişandin ser rewşa tenduristiya Aysel Tûglûk û diyar kirin ku neberdana Tûglûk sûcê li dijî mirovahiyê ye.    * Pisporê Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Bîçer, diyar kir ku ATK ji zanîstê dûr e û li girtîgehan mirina mirovan pêk tîne.    * Guler Kaplan (40) ku li bereqeyeke yek ode dijî û ji nanê çopê berhev dike û difiroşe debara xwe dike, diyar kir ku ji ber bihabûna her tiştî nikare biçe bazarê û dikanê.    *  Mele Kasim Yigît ku gelek doz û lêpirsîn lê hatine vekirin, careke din hatin binçavkirin.    * Bi hinceta ku pevçûnên li herêmê weke "şer" pênase kiriye înfaza Mehmet Hakki Yildiz ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye hat şewitandin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 281'emîn de berdewam bike.    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên li Amedê di roja 29'emîn de û li Wanê di roja 6'emîn de wê berdewam bike.    * Rûniştina ewil a doza Malbata Dedeogullari wê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê were lidarxistin. (09.00)   * Rûniştina doza rêveberên MEBYA-DER'ê Meryem Soylu û Abdulazîz Olçen wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00)   * Rûniştina doza Mehtap Kiyar ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ketibû greva birçîbûnê wê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê wê bi minasebeta salvegera 6'emîn a ragihandina qedexeya derketina derve ya li Cizîrê li ber avahiya xwe daxuyanî bide. (11.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Riha, Stenbol, Edene, Îzmîr û Enqereyê wê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî bidin. (12.30-13.30)   * Danişîna doza belavkarê rojnameyê Veysî Altin û Ercan Yeltaş ku bi îdiaya "propaganda rêxistinê kirine" tên darizandinê wê Dadgeha Amedê were lidarxistin. (13.00)   *