Ji binçavkirina wî têr nabin! 2021-12-14 09:10:27   ŞIRNEX - Mele Kasim Yigît ku gelek doz û lêpirsîn lê hatine vekirin, careke din hatin binçavkirin.    Piştî hedefnîşandina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya di 8'ê kanûnê de polisan di 11'ê kanûnê de hem bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê û hem jî bi ser gelek malan de girtin. Di van serdegirtinan de Hevserokê MEYA-DER'ê ku di sala 2016'an de bi KHK'ê hat girtin Mele Kasim Yîgît jî di nav de polisan 26 kesan binçav kirin. Ji bo binçavkirinan Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê weke hincet "Rêxistinbûna PKK-KCK'ê ya bajar û rêxistinbûna ciwan û YPS'ê" nîşan da. Mele Kasim Yigît ku li Miduriyeta Polisan a Navçeyê tê girtin heta niha gelek caran hatiye binçavkirin.    Ji ber ku li Cizîrê tevlî meşeke şermezarkirina Komkujiya Gara Enqerê bûbû derbarê Yîgît de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 22'ê nîsana 2016'an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Di 9'ê sibata 2017'an de Yigît hatibû berdan.   Di 20'ê adara 2018'an de Yîgît di serdegirtinan malan de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.   Yigît di 9'ê hezîrana 2018'an de careke din hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.   Herî dawî Yîgît di 11'ê kanûnê de hat binçavkirin û hê jî di bin çavan de ye.