Bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin 2021-12-14 09:12:47   STENBOL - Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan Erkan Çita, diyar kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan têkoşîneke topyekûn bê dayîn û got ku bi giranbûna tecrîdê re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde dibin.   Plana çalakiyan a Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan ku di 20 cotmehê de dest pê kiribû wê heta 19'ê mehê berdewam bike. Înîsiyatîfê, bi armanca ragihandin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, piştevaniya girtî û xizmê wan pêvajoyeke çalakiyan a 2 mehan meşand. Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan Erkan Çita, têkildarî plana wan de axivî û nirxandin kirin. Çat, da zanîn ku li dijî binpêkirinên mafan têdikoşin û wiha got: "150 hezar girtiyên edlî hatin berdan. L3e ne girtiyên nexweş ne jî girtiyên siyasî ji ber pandemiyê nehatin berdan. Kesên mîna Mehmet Alî Çelebî hatin berdan jî rojek piştî berdanê jiyana xwe ji dest dan. Di vê mijarê de dewlet mirina girtiyan siyasî dixwaze. Ji ber vê rewşê xebata me ya destpêkê ji bo berdana girtiyên nexweş bû."   GIRTIYÊN ÎNFAZÊ WAN HATINE ŞEWITANDIN   Çat, destnîşan kir ku bi hincetên vala înfaza girtiyan tê şewitandin û berdana girtiyên ku 20-30 sal in girtî ne tê astengkirin û ev tişt anîn ziman: "Girtiyên ku bi hinceta dema lêgerînê ji gardiyana re nebûna alîkar înfazê wan hatine şewitandin hene. Dewlet biryarên dadgehên xwe jî nas nake û ceza di nav ceza de li girtiyan dibire. Girtiyên ku bi cezakirinê teslîm nagire û serî bi wan nade tewandin van cezayan dide wan. Divê herkes li dijî van pêkanîn li girtîgehan deng derbixe. Armanca plana me ya çalakiyan têkoşîna topyekûn bû. Di çarçoveya planê de me piştevaniya gelek malbatên girtiyan kir. Ji bo dengderxistina tecrîdê me xwe bi rêxistin kir. Girtî tişta ji destê wan tê dikin, şerê vînê dimeşînin. Divê xizm û rêxistinên girtiyan jî peywira xwe bi cih bînin. Bi vî awayî pêwistî bi derxistina dengê hevpar heye."   BIDAWÎBÛNA PLANÊ   Di berdewamê de Çat, bi lêv kir ku di 19'ê kanûnê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliya Stenbolê bi forûmekê bernameya xwe ya çalakiyan bi dawî bikin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirên civakê ne. Destpêkê vê pirsgirêkê kurdan, elewiyan û şoreşgeran dihewand, lê niha tevahiya civakê dihewîne. Kesên parvkirin dikin û li dijî qeyûm li ber xwe didin jî tên binçavkirin. Lewre dewlet herkesî mîna "terorîst" dibîne. Armanceke me ya din di mijara girtîgehan de yekkirina civakê ye. Bi vekirina girtîgehên tîpên S re planeke nû ya êrişan li dijî giriyan ketiye dewrê. Bi armanca ku girtiyan ji hev qut bikin bi xerckirina milyaran van girtîgehan lê kirine. Li şûna li kêleke hev li ser hucreyên yekkesî çêkirine. Girtiyên ku bi tîpên F teslîm negirtin dixwazin bi tîpên S teslîm bigirin.    JI TECRÎDÊ XWEDÎ DIBIN   Çat, balê kişand ser tecrîdê jî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Çavkaniya hemû pirsgirêkên li girtîgehan tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê ye. Pêkanînên li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevî girtîgehan hatine belavkirin. Pêkanînên polîtîkaya tecrîdê ku li Îmraliyê li ser Ocalan tên meşandin weke ceza û êrişên herî berdayî dertên pêşiya mirov. Bi giranbûna tecrîda li ser Ocalan re li girtîgehan binpêkirinên mafan jî zêde didibin. Di vê mijarê de polîtîkayên tecrîdê yên destpêkê li Îmraliyê pêk tên. Dewlet bi tecrîda ku li ser Ocalan pêk tîne hebûna xwe didomîne."