Mîrasa ku ji Berxwedan Orhan re maye: Berxwedana Cizîrê 2021-12-14 09:53:05 ŞIRNEX - Guler Tunç destnîşan kir ku gotina “Gelê kurd serê xwe natewîne” carek din şênber bûye û got: “Ji min û Berxwedan re mîrasek mezin a berxwedanê ma. Divê berxwedana wan were mezinkirin.”    Li navçeyên Cizîrê û Silopiya yên Şirnexê di 14’ê kanûna 2015’an de qedexey aderketina derve hatibû ragihandin. Di ser vê qedexeyê re 6 sal derbas bûn. Qedexeyê heta 2’yê Adara 2016’an yanî 79 rojan berdewam kiribû. Bi çekên giran êriş li ser Cizîrê hatin kirin. Nêzî 10 hezar mal û dikanên xelkê zirar dîtin û navçe adeta veguherî bajarekî kavilkirî. Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tunç û Asya di qedexeyê de hatibûn kuştin. Axaftina wê demê ya Tunç di bîra her kesî de ye û gotibû, “Me çonga xwe daneni. Însanên me divê bi me serbilind bin.” Tê gotin li Cizîrê 288 kesan jiyana xwe ji dest da. Ev dane ji serlêdan û agahiyên malbat didin pêk tê. Lê tê gotin hejmara kesên li navçeyê hatine kuştin zêdetir e.    Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan di nava yên hatine kuştin de yek jê pitik 41 kes zarok bûne û 22 kes jî jin bûne. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê CemîleÇagirga 3 rojan di sarincê de hatibû hiştin û bûbû rojeva sereke.      14 CENAZE HÊJ WINDA NE    Bi piraniya cenazeyên hatibûn şewitandin ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. Lê cenazeyên Ferîde Yildiz, Sakîne Durmîş, Mardîn Çelebî, Hacer Aslan, Osman Gokhan, Huseyîn Dervîş, Servet Aslan, Îdrîs Susîn, Alî Aslan, Cemal Purlek, Emrah Aşkan, Osman Esmeray,  Mustafa Keçanlu û Emrah Aşkin tevî ku malbatên wan nimûneyên DNA’yê dane jî hêj radest nehatine kirin.    86 DOSYE HATIN REDKIRIN    Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê têkildarî cenazeyan lêpirsîn hatibû destpêkirin. Heta îro derbarê 86 dosyeyî de biryara “dozvenekirinê” daye. Îtîrazên li hember biryarê jî hatin redkirin. 86 dosye veguhestin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). Di serlêdanên madî-manevî yên ji bo Wezareta Karên Navxweyî hatin kirin de derbarê 59 serlêdanan de biryara “redkirinê” derket. Gelek dosyeyên mayî jî ji aliyê dozgeriyê ve biryara “lêgerîna daîmî” hat dayîn.    Di wê qedexeya 79 rojan de birayê Mehmet Tunç, Orhan Tunç ê 20 salî jî jiyana xwe ji dest dabû. Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç qala pêvajoya wê demê kir. Tunç anî ziman ku dewlet li dijî pergala li taxan hatibû avakirin ketibû tevgerê û ew êriş û hilweşandin bi destpêkirina plana têkbirinê re pêk hat.    BI PÊŞENGIYA BÊRÎVANAN    Guler Tunç destnîşan kir ku berxwedana Cizîrê yek ji mîrasê têkoşîna azadiya gelê kurd e û got: “Di salên 1990’î de li Cizîrê bi pêşengiya Bêrîvanan gelê me hat birêxistinkirin. Ji mîrasên wan rojan pergala xwerêveberiyê dest pê kir. Dewletê di pêvajoya xwerêveberinê de xwest îradeya gelê kurd bişkîne û teslîm bigire. Dewlet gelek bênasname û kole dixwaze dîzayan bike. Cenazeyên însanên me şewitandin lê belê nikaribûn îradeya gelê kurd teslîm bigirin.”    ‘ÇOK DANENÎN’   Guler Tunç anî ziman ku gel di pêvajoya xwerêveberiyê de rûyê herî qirêj ê faşîzmê dît û got: “Kurdan bi gotina, ‘Em çokê danaynin û em ê neçin. Bila gelê me bi me serbilind be’ bersiv da dewletê. Dewletê dixwest gel teslîm bigire. Lê gel destnîşan dikir ku ew ê ti carî teslîm nebin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê li ber xwe bidin û ev jî bû. Li şûna teslîmiyetê, berxwedan û teslîmnebûnê hilbijart. Çawa ku  Mazlûman û Xeyriyan li Zindana Amedê li ber xwe dan, Mehmet Tunç û hevalên wî jî ji wan mînak ji xwe re girtin û teslîmiyetê qebûl nekirin. Dibe ku gotina ‘em ê serî netewînin’ wek slogan were, lê di rastiya xwe de îradeya gelê kurd nîşan dide. Ev slogan bi pêvajoya xwerêveberiyê re careke din bû pratîk.”    MÎRASEK MEZIN JI BERXWEDAN RE MAYE    Guler Tunç anî ziman ku piştî welidiye hîn bûye ku hevjînê wê hatiye qetilkirin û wiha got: “Roja ku ji bo welidînê çûm nexweşxaneyê min bi Orhan re bi telefonê xeber da. Wî li rewşa me pirsî. Paşê, dema hînbû ku lawek me çêdibe, ji me xwest ku em navê wî bikin Bêkes. Lê me nexwest em paşê vî navî lê bikin. Ji ber ku berxwedan û têkoşîneke mezin hebû. Diviyabû em vê berxwedanê zindî bihêlin. Ji bo vê me navê Bêkes guhert û navê Berxwedan Orhan lê kir. Berxwedan Orhan niha dibe 6 salî. Ji min û Berxwedan Orhan re mîraseke mezin a berxwedanê ma. Yên li pişt wan in divê bi felsefe, berxwedan û têkoşîna xwe mezin bibin."   ‘KURD NAQEDIN’    Hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, Zeynep Tunç jî diyar kir ku ev 6 sal in bi bîranîna Mehmet Tunç û hevalên wî radibin û rûdinin. Zeynep Tunç diyar kir ku armanca êrişan ew e ku kurdan biqedînin û got: “Wan ji bo ax, ziman û zarokên xwe li ber xwe dan. Wan neheqî qebûl nekirin û li ber xwe dan. Em li Cizîrê li ser axa xwe dijiyan. Dewlet bi tank û topên xwe hat. Li hemberî me hemû derfetên di destê xwe de bi kar anîn. Mehmet û hevalên wî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Armanca wan tenê tinekirina kurdan e, lê kurd qet naqedin. Heta kurdek tenê bimîne jî dê têkoşîn berdewam bike.”    DAYIKEK Û DU LAWÊN XWE    Zekiye Îdin (62) ya ku di dema qedexeya derketina derve de zarokên xwe Sahîp Îdin (29) û Mehmet Îdin (24) winda kir jî anî ziman ku her çend sal derbas bibin jî ew ê wan rojan ji bîr nekin. Îdin anî ziman ku piştî qedexeya derketina derve 20 rojan li taxa xwe ma û di roja 14'an de zarokên xwe şandine taxeke din a ku pevçûn lê derneketiye û piştî wê rojê jî du kurên xwe nedîtin. Îdîn diyar kir ku piştî mirina zarokên xwe nexweş ketiye û êşa wê hêj teze ye.   MA / Omer Akin