Danişîna Doza Konyayê dest pê kir 2021-12-14 11:48:07 KONYA - Yekemîn danişîna doza derbarê 11 kesên ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari kuştibûn hatibû vekirin de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir. Beriya danişînê li rojnameger û temaşekeran telefon û qompîturan qedexe kirin.    Di 30'ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê, li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke faşîst pêk hatibû û 7 ferdên malbatê hatibûn kuştin. Ji ber kuştina ferdên malbatê li Mehmet Altûn û ferdên malbatên Çalik û Keleş doz hatibûn vekirin û yekemîn danişîna dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê dest pê kir. Di danişînê de faîlê kujer Mehmet Altûn ji girtîgeha ku lê girtî ye bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û ji 10 bersûcûn berdayî jî 5 jê li danişînê amade bûn.    Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Oya Ersoy, Mahmût Togrûl, Abdûllah Koç, parlamenterên CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Levent Gök, parêzerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), serok û nûnerên baroyên Enqere, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Riha û Êlihê, parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û ji navend û navçeyên Konyayê gelek kes tevlî danişînê bûn. Rojnamegeran jî eleqeyeke mezi nîşanî dozê da.    QEDEXEYA TELEFONÊ   Beriya danişînê li deriyên têketin û derketinê yên li pêş û pişta Edliyeya Konyayê gelek polis hatin bicihkirin û kesên ku xwestin bikevin edliyeyê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) hatin derbaskirin. Vekirina telefon û qompîturan li rojnameger û welatiyan hatin qedexekirin. Girtina av û berguhekan a danişînê hat qedexekirin. Destûr nehat dayîn ku rojnameger li hewşa edliyeyê weşanên xwe bikin.    DAXWAZA TEVLÎBÛNA DANIŞÎNÊ   Ji ber hejmara zêde ya beşdaran danişînê ji eywana danişînê girtin eywana konferansê. Bi destpêkirina danişînê re xizmên malbatê xwestin tevlî dozê bibin. Ji ber ku bertek nîşanî bersûcên li wan nêrîn da ji xizmên malbata Dedeogûllari kesek ji danişînê hat derxistin. Serokên baroyan daxwaz kir ku mudaxilî dozê bibin û ev tişt gotin: "Me gotibû ku wê ji ber gotinên nefretê êrişên nijadperest pêk bên û ev tabloya bi xof derket pêşberî me. Ji ber binpêkirina mafê mirovan em daxwaz dikin ku mudaxilî dozê bibin."   BILA RASTÎ DERKEVIN HOLÊ   Piştre li ser navê TTB'ê Parêzer Alî Bayram mafê axaftinê girt. Bayram bi bîr xist ku TTB rêxistineke maf e û sîwana baroyan e û ev daxwaz kir: "Rêveberiya yekitiya baroyan ku nû hatiye hilbijartin ji xwe re kiriye peywir ku tu baroyî bi tenê nehêle. Ji bo ku rastî derkeve holê em daxwaz dikin ku tevlî dozê bibin."   3 DOZGER TEVLÎ DANIŞÎNÊ BÛ   Yek jê Serdozgerê Komarê yê Konyayê tenê 3 dozger tevlî danişînê bûn.    Daxwaza mudaxilbûnê ya baroyan hat redkirin û danişîn bi anîna ziman a daxwazên parêzeran didome.    Di doznameya ku derbarê faîlê kujer Mehmet Altûn û 11 ferdên malbatên Çalik û Keleş hatiye amadekirin de ji ber sûcên "Bi hesta hovane ya plankirî kuştina qestî ya heft kesan" , "pêdankirin" û "Bi sewitandina xesar dayîna mal" ceza tê xwestin.