DEDAŞ meheke ceyran nade gundê Sevadiyê 2021-12-14 14:22:53   ŞIRNEX - Nêzî mehekê ye DEDAŞ ceyranê nade gundê Sevadiyê yê navçeya Basayê. Gundiyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "DEDAŞ gelek zextan li me dike. Me dixe nava rewşeke neyînî. Em vê pergalê naxwazin."   Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) nêzî mehekê ye ceyranê nade gundê Sevadiye yê girêdayî bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê. Di 16’ê mijdarê de tîmên DEDAŞ’ê çûbûn gund û xwestibûn ku saetên ceyranê yên li malan veguhêze ser dîrekan. Gundî li dijî vê derketibûn û nexwestibûn ku saetên xwe veguhêzin ser dîrekan. Ji ber vê di navbera gundî û tîmên DEDAŞ’ê de niqaş derketibû. Li ser vê yekê DEDAŞ’ê ceyrana gundiyan birîbû. Ceyran gund hê jî nehatiye berdan.    'EM VÊ PERGALÊ NAXWAZÎN'    Gundiyên ku nêzî mehekê ye ceyrana wan tune ye ji ber hewaya sar gelek zehmetiyan dikişînin. Ji bo serşûştinê avê li ser agir germ dikin û wisa serê xwe dişon. Di heman demê de pêdiviyên xwe yên rojane jî bi vî awayî pêk tînin.  Ji gundiyan jineke ku nexwest navê xwe bide bertek nîşanî birîna ceyranê da û ev tişt got :"Nêzî mehekê ye ceyrana me tune ye. Ji ber vê zarokên me nikarin biçin dibistanê. Em nikarin serên xwe bişon û pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Hemû xwarinên me yên li malê riziyan. Em di rewşeke pir neyîni de ne. Em ne li dijî tiştekî ne. Lê em nizanin DEDAŞ bi veguhêstina ceyranê ya li ser dîrekan çi armanc dike. Em li dijî vê ne. DEDAŞ gelek zextan li me dike. Me dixe nava rewşeke nebaş. Em vê pergalê naxwazin."