Ji rojnamegerê xelatgirtî Dogrû re cezayê muebbetê hat xwestin 2021-12-14 15:19:56   AMED - Rexmî bi dîmenên di wan de kişandiye xelat girtiye jî bi angaşta ku weke çalakger tevlî van protestoyên Kobanê bûye ji Rojnameger Rojhat Dogrû re cezayê muebbeta giran hat xwestin.    Derbarê qameramanê berê yê Galî Kurdistan TV Rojhat Dogrû de bi hinceta ku tevlî protestoyên Kobanê yên di 6-8'ê cotmeha 2014'an de pêk hatibûn bûye, ji hevalên xwe yên odeyê yên girtî re pere şandiye û parvekirinên ser medya sanal bi angaşta "xerakirina yekitiya dewletê û yekparebûna welat" , "endamtiya rêxistinê" , "propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 12'emîn danişîna doza Dogrû li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Dogrû tevlî danişînê nebû û parêzerê wî Resûl Tamûr li danişînê amade bû. Polisên heza çevîk û polisên sivîl jî danişînê şopandin.    DADGER ŞAHID BIÇÛK XIST   Danişînê bi guhdarkirina girtî Yûsûf Bayram ku rojnameger Dogrû jê re pere şandibû dest pê kir. Bayram ji Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Tekîrdagê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Ji ber ku haya Bayram jê tunebû ji ber çi tevlî danişînê dibe, dema ku vê derbarê de ji heyeta dadgehê agahî xwest Serokê Dadgehê Bayram biçûk xist û jê re got, 'Tu bersiva pirsên me bide'. Bayram, got ku Dogrû bi armanca rêxistinî jê re pere neşandiye, tenê ji ber ku pirsgirêkên wî yên aborî hebûne Bayram jê re 500 TL pere şandiye.    DOZGER XWEST DOGRÛ BÊ CEZAKIRIN   Piştî guhdarîkirina şahid dozger, diyar kir ku mijareke ku dixwazin bê lêkolînkirin tune ye û mutalaaya beriya niha amade kiribû pêşkêşî heyeta dadgehê kir. Dozger di mutalaaya xwe de ji ber xebatên wî yên rojnamegeriyê sûcdariyan li Dogrû kir û ji bo Dogrû daxwaza cezayê muebetê kir.    PARÊZER DAXWAZA DEMÊ KIR   Parêzerê Dogrû Resûl Tamûr, diyar kir ku tevlî mutalaayê nabe û ji bo parastinê daxwaza demê kir.