Di Nobeda Edaletê de banga ‘çareseriyê’ li Wezareta Dadê kirin 2021-12-14 16:16:14   AMED - Malbatên girtiyan ku 29 roj in li Amedê Nobeda edaletê digirin, banga “çareseriyê” li Wezareta Dadê kirin.    Malbatên girtiyên nexweş ku nayên berdan û malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan, werin berdan li avahiya Baroya Amedê di roja 29’emîn de Nobeda Edaletê berdewam kirin. Rêveberên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Erxeniyê û rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd serdana malbatan kirin.    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN    Hevserokê HDP’a Erxeniyê Zulkuf Bîrgul di serdanê de axivî û bal kişand ser krîzên li welat diqewimin û got: “Niha Tirkiyê di rewşek xerab de derbas dibe. Her roja ku diçe zextên li ser Rêberê Kurd û girtiyan zêde dibin. Tecrîdek pir taybet tê sepandin. Divê em li dijî tecrîd û polîtîkayên taybet dengê xwe derxin.”    Hevserokê rêxistina DBP’a Erxeniyê Zulkuf Bîçer jî diyar kir ku her roja ku diçe tecrîd girantir dibe û teqez wê tecrîd xwe li ber berxwedana gelê kurd nede.    BANGA ÇARESERIYÊ LI WEZARATÊ KIRIN    Reşahat Ada ya xwişka girtî Hamdusena Ada ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T tê ragirtin da zanîn ku 29 roj in di nobedê de ne û  heta ew çareseriyê bibînin dê çalakiya xwe bidomînin û got: “Wezîrê Dadê neçar e ku çareseriyê bîne. Çend roj berê ez çûm hevdîtinê. Rewşa girtiyên me nebaş e. Ez gazî hemû dayikan dikim, werin em xwedî li zarokên xwe derkevin.”    Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler ê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D tê ragirtin jî behsa zext û zordariya li girtiyan tê sepandin kir.    ‘LI DIJÎ ZILMÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’   Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Devîren jî bal kişand ser çalakiya dayikên girtiyan û got: “Em bi vê berxwedanê serbilin din. Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin. Li girtîgehan tecrîd û sepanên taybet di dewrê de ne. Li dijî van van polîtîkayan, em li cem dayikên xwe ne. Ev têkoşîna mafê mirovan e.”    BANGA XWEDÎ DERKETINÊ    Nivîskar Herdem Merwanî ya ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay jî xwest ku her kes xwedî li girtiyan û çalakiya malbatan derkeve.