‘Heta em cenazeyên xwe werbigirin, em ê têbikoşin’ 2021-12-14 16:59:41   STENBOL - Di ser cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxisitn û li Kilyosa Stenbolê hatin veşartin re 4 sal derbas bûn. Malbatan got heta ew cenazeyan werbigirin wê têkoşîna wan bidome.       Li gundê Oleka Jor a bi ser navenda Bedlîsê ve di 19’ê kanûna 2017’an de 310 cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û birin Stenbolê li Goristana Kilyosê di bin payarêyê de veşartin. Di ser re 4 sal derbas bûn. Malbatan û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malatên Xizmên Xwe Winda Kirine (ANYAKAY-DER) derbarê mijarê de li avahiya komeleyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu, aktîvîstên TJA’yê û malbat beşdar bûn û wêneyên peyarêya cenaze lê hatine veşartin nîşan dan.    Malbat di daxuyaniyê de axivîn û destnîşan kirin ku heta ew cenazeyên zarokên xwe werbigirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    POLÎTÎKAYEK TAYBET E    Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglu jî destnîşan kir ku êrişên li hember gor, goristan û cenazeyan polîtîkayek taybet a îqtidarê ye û heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe wê êşên wiha berdewam bikin. Gergerlîoglu anî ziman ku mafê şînê û veşartina cenaze jî ji bo malbatan nayê naskirin û xwest dev ji vê polîtîkaya li hember şîn û cenaze û goristanan were berdanê.