Ji ber Kovîd-19’ê 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan 2021-12-14 20:36:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetan de 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hat tespîtkirin ku 21 hezar û 477 kesên din bi vîrûsê ketine.   Li gorî daneyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve rojane tên weşandin, di 24 saetên dawî de 358 hezar û 117 test hatine kirin û 21 hezar û 477 kesên din bi vîrûsê ketine. Wezaretê diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê 182 kesên din jiyana xwe ji dest dane.