'Bi guhertinên biçûk Tirkiye dixwaze demê qezenc bike' 2021-12-15 09:01:17 ENQERE - Parêzer Senem Doganoglû, diyar kir ku Tirkiye di mijara girtiyên nexweş de peymanên navnetewî bin pê dike û dixwaze bi guhertinên biçûk ên di qanûnan de demê qezenç bike.  Li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber şert û mercên nexweş girtî bi nexweşiyên cur bi cur dikevin. Li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan jî di 10 salên dawî de 682 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Peymanên navneteweyî balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, lê li Tirkiyeyê ev peyman kêrî tiştekî nayên. Parêzer Senem Doganoglû, rewşa girtiyên nexweş ên li Tirkiyeyê û binpêkirina peymanan û hiqûqa navneteweyî nirxand. Doganoglû, bi lêv kir ku Tirkiye li dijî peymanên navnetewî tevdigere.    Doganoglû, anî ziman ku pergala tenduristiyê li girtîgehan veguheriya navgîneke zextê û wiha got: “Bêyî ku derbarê mafê tenduristiyê de cudahî bê kirin divê dewlet xizmeta tenduristiyê ya guncav û berdest bide.”   Doganoglû, diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê di mijara tenduristiyê de girtî nayên qeydkirin û wiha berdewam kir: “Di mijara xwegihandina tenduristiyê ya li girtîgehan de herî dawî bi dîroka 2019’an rêziknameya CPT’iyê derket. Serdanên CPT’yê yên weke girtîgeh, miduriyetên polîsan, qereqol û navendên paşve vegerandinê hene. Di rapora wê ya di sala 2019’an de ne girtî ne hikumxwarî nehatine qeydkirin. Her wiha bal kişand ser kêmasiya karmendan di nuqteya xwegihandina tenduristiyê de.”   ‘CIHEKARÎ TÊ KIRIN’   Di berdewamê de Doganoglû, destnîşan kir ku li gorî raporên navnetewî divê li girtîgehan cihêkarî neyê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafên gelek girtiyan nehatin nasîn. Girtiyên ji sedî 98 astengdar weke xetere hatin dîtin û nehatin berdan. Xwegihandina tenduristiyê demeke dirêj bi hinceta ku dikare ewlekariya cemaweriyê xetere bike, tê astengkirin û mafê xatirxwestinê bi rastî jî ji aliyê dewletê ve ji holê tê rakirin.”   BIRYARA GULAY ÇETÎN   Doganoglû, da zanîn ku dema dermankirina girtiyên nexweş pir dirêj tê girtin û wiha pê de çû: “Di vê mijarê de ji Tirkiyeyê gelek kesan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. Biryara Gulay Çetîn biryareke girîng e. Jineke girtî ye û nexweşiya wê ya pênceşêrê pêş ketiye. Gelek caran diçe nexweşxaneyê û tê her ku diçe rewşa wê nebaş dibe û herî dawî jiyana xwe ji dest dide. DMME’yê got ku Tirkiye di mewzûata xwe de cihekariyê dike.”   Herî dawî Doganoglû, got ku Tirkiye dixwaze bi guhertinên biçûk ên di qanûnan de demê qezenç bike.    MA / Delal Akyuz