Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî 2021-12-15 09:06:16   AMED - Parêzerê OHD’yî Berdan Acûn, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de pirsgirêka Yekitiya Baroya Tirkiyeyê ye jî û got: “Divê TBB jî bikeve dewrê.”   Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Amedê Parêzer Berdan Acûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û bandora tecrîdê nirxand.    Prz. Acûn diyar kir ku tecrîd bi dîroka anîna Ocalan a Tirkiyeyê re ket rojeva welat û wiha got: “Birêz Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li vê girtîgehê ye û darizandina wî li vê giravê (Girava Îmraliyê) hate kirin. Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan çawa tê domandin; Mafê têkilîdanînê yê parêzer û malbatê, hevdîtina bi telefonê, xwegihandina nûçeyan, ragihandin, xwegihandina tenduristiyê tê sînordarkirin.”   ‘TECRÎD LI CIVAKÊ BELAV BÛ’   Acûn, da zanîn ku tecrîd piştî demekê li hemû girtîgehan belav bû wiha berdewam kir: “Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû civakê bû. Şewitandina înfazên girtiyên ku cezayên xwe qedandine, neberdana girtiyên nexweş, destpêkirina Nobeta Edaletê ya malbatên girityan, bandora tecrîdê ya li ser civakê ye. Li dijî vê hem dengê rêxistinên hiqûqî hem jî dengê civakê bilind dibe. Ji ber vê yekê divê tecrîd were bidawîkirin.”   ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK A LI GIRTÎGEHAN   Acûn, bi lêv kir ku rewşa Garîbe Gezer a hat îdiakirin ku di girtîgehê de întîhar kiriye girêdayî tecrîdê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirina Garîbe Gezer encama tecrîd û îşkenceya sîstematîk e. Mînakeke gelek xerab a tecrîdê ye ku çawa rê li ber taritiyê vedike. Ji ber vê yekê em dibêjin tecrîd pirsgirêkên cidî derdixe holê ku jiyana civak, girtî û mirovan xera dike. Hewceye bi vî awayî li bûyera Gezer were nêrîn.”   ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DI HEDEFÊ DE YE   Acûn, dazanîn ku çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd bi tecrîdê tê astengkirin û wiha pê de çû: “Bi tecrîdê dengê mûxalîfan tê birîn, banga edalet û mafê demokratîk ya rêxistinên sivîl ên civakî, ciwan û jinan tê birîn. Ji ber vê yekê divê li dijî tecrîdê sekneke civakî hebe. Divê demildest ev bêhiqûqî were bi dawî kirin.”   ARMANC ‘TESLÎM GIRTINE’   Acûn, anî ziman ku tecrîd bi awayekî hiqûqî weke “’îşkence û mûameleya nebaş” tê binavkirin û wiha domand: “Mafên girtiyan hem di mewzûata netewî hem ya di navnetewî de hene. Ji ber vê yekê armanc bi tecrîdê teslîm girtine. Ji ber vê tecrîd pirsgirêka mafên mirovan e.” Acûn, rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bi bîr anî û got: “Têgeha tecrîda di nav tecrîdê de gelekî girîng e, ji ber ku sîstemeke ku me ji hemû mafan bêpar dihêle heye.”    ‘MUEBBETA GIRANKIRÎ TECRÎD E’   Acûn, diyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî nîşan da ku cezayê muebbetê yê girankirî ku li Ocalan hatiye birîn, binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku “mafê hêviyê” sererast dike ye û binpêkirina qedexeya îşkence û mûameleya nebaş e. Acûn, dazanîn ku cezayê muebbeta girankirî yê li Ocalan hatiye birîn jî tecrîd e û wiha axivî: “DMME’yê di sala 2014’an de biryarek da . Ji ber vê yekê, divê Tirkiye derbarê cezayê muebbetê yê giran de sereraskirinekê bike. Li gorî vê biryarê ku girtîgeh heta mirinê binpêkirina qedexeya êşkence û miemeleya nebaş e, di hiqûqa navxweyî de rêûresmek hatiye nîşandan. Di vê pêvajoyê de di hiqûqa navîn de tu sererastkirin nehatine kirin. Îsal Komîteya Wezîran a Komîteya Ewropayê ev dosya danîn pêşiya xwe û dest bi şopandinê kir.”   BINPÊKIRINA KU 7 SAL IN DIDOME   Acûn dazanîn ku Komîteyê ji bo sererastkirinên pêwîst dem daye Tirkiyeyê û wiha domand: “Ev rewş niha di bin çavdêriya Komîteya Wezîran de ye. Daxwaza ku ev plan di nava salekê de bê kirin, tê wê wateyê ku yên cezayê muebbetê li wan hatine birîn wê saleke din ji azadiya xwe bêpar bimînin. Bi biryara DMME’yê ku di sala 2014’an de hat dayîn re, heta niha sererastkirinek nehatiye kirin, ev jî binpêkirina mafan a 7 salan e.”   BERPIRSYARTIYA RÊXISTINÊN PIŞEYÎ   Acûn, bi lêv kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser parêzeriyê ye jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parêzeriya parêzerên Ocalan tê astengkirin. Xwegihandina parêzaren a muwekîlê wan tê astengkirin. Ji ber vê yekê tecrîdek li ser pîşeyê jî tê sepandin. Ev pirsgirêka parêzeran, parastinê, baroyan û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku mafê me yê alîkariya hiqûqî ya muwekîl nikare were astengkirin. Beriya niha bi hêceta ‘koster xerabe ye’ hevdîtin dihatin astengkirin niha jî bi pêkanîna ‘cezayên dîsîplînê’ ev yek tê kirin. Ji ber mafê hevdîtinê tê astengkirin, rêyên serlêdanê yên dijî cezayên dîsîplînê jî ji holê radibin. Em dixwazin Wezareta Dadê di zûtirîn demê de dawî li tecrîdê bîne û rê li ber çûna parêzeran a Girava Îmraliyê veke. Bi heman awayî divê baro, rêxistinên sivîl ên civakî, komeleyên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqî û Yekitiya Baroya Tirkiyeyê (TTB) bikevin dewrê û vê tecrîda li ser pîşeyê bi dawî bikin.”