Li Bagokê derdorên goristanê hate bombekirin 2021-12-15 10:02:55   MÊRDÎN - Operasyona eskerî ya di 11’ê Kanûnê de li Çiyayê Bagokê hatibû destpêkirin didome. Hat hînbûn ku derdorên goristanê hatiye bombekirin û ji bo kolandinê kepçe birine cihê herêma operasyonê.    Operasyona eskerî ya di 11’ê Kanûnê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû destpêkirin didome. Hat ragihandin ku tîmên taybet ên polîs û cendermeyan li hin noxteyên herêmê hatine bicihkirin. Li herêmê bi rojane liv û tevgera helîkopteran didome. Hat diyarkirin ku 12’ê Kanûnê balafirên şer qadên li herêma nêzî cihê ku gorên HPG û YJA STAR’iyan lê ne bombe kirine. Her wiha hate ragihandin ku herêma Kokela Casûsa ya di navbera gundê Marinê û herêma Xirbê Xelo de jî hatiye bombebarankirin.    Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kepçeyek şandine herêma ku tevgera leşkerî lê didome û diyar kirin ku ev du roj in şikefta bi navê Şîkêfta Silo tê kolandin. Lê belê agahî nehat bidestxistin ku kolandin bi kîjan armancê tê kirin.