Li Mêrdînê 5 kes ji ber nelirêtiyê hatin girtin 2021-12-15 10:47:35   MÊRDÎN - Bi hinceta ku di îhaleyên Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Mêrdînê de nelirêtî kirine û peywira xwe nebaş bi kar anîne 5 kes hatin girtin.    Beriya niha hatibû tespîtkirin ku di îhaleyên salên 2017-2018'an ên Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Mêrdînê de nelirêtî hatiye kirin. Lêpirsîna ku derbarê vê nelirêtiyê de hatibû destpêkirin didome. Hat hînbûn ku di çarçoveya vê lêpirsînê de duh di saetên serê sibehê de operasyonek hatiye kirin û 10 kes hatine binçavkirin. Midurê berê yê Perwerdeyê yê Bajar Yakup Sari ku bi qeyûmê berê yê Mêrdînê Mûstafa Yaman re jî xebitîbû û alîkarên Midurê Perwerdeyê yê Bajar Şeyhmûs Gurel û Mûrat Dogan jî di nav de 5 kes hatine girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.    Beriya niha jî navê Yakûp Sari di gelek nelirêtiyan de derbas bûbû.