‘Dema min Garîbe Gezer bihîst êşa min a beriya 4 salan nû bû’ 2021-12-15 11:32:59   RIHA - Dayika Mûrat Araç ku hatibû îdiakirin dema li avahiya miduriyeta polîsan di bin çavan de bû întîhar kiriye, Azîze Araç, diyar kir ku di 4 salan de edalet pêk nehatiye û wiha got: “Dema min Garîbe Gezer bihîst Mûrat hat bîra min.”   Hatibû îdiakirin ku Mûrat Araç ê di 15’ê Kanûna 2017’an de dema li Miduriyeta Polîsa a Gazîpaşa di bin çavan de dihat ragirtin, xwe di qata sêyemîn de avêtiye û întîhar kiriye. Têkildarî mirina Araç di 4 salan de “Edalet” pêk nehat.    Serdozgeriya Komarê ya Gazîpaşa ya Antalyayê lêpirsîna xwe ya li ser mirina Araç a di bin çavan de piştî 3 salan temam kir û îdianame amade kir. Di îdinameyê de hat xwestin ku alîkarê komîser Y.D û polîs Û.Y. ku Araç binçav kiribûn ji sûcê “Peywîra xwe nebaş bikaranî ye” ji 6 mehan heta 2 salan bi cezayê girtîgehê bên cezakirin. Derbarê giliyê malbatê ya “îşkence” û “bizanebûn kuştinê”de biryara neşopandinê hat dayîn û dayik û bavê Araç di îdianameyê de weke gazinker cih girtin. Danişîna doza 3’yemîn di 30’ê Mijdarê de li Dadgeha Cezaya Aslîye a Gazîpaşa hat dîtin. Danişîn ji ber parêzerê malbatê Ahmet Ozmen hêcet ragihand, taloqî 22’yê Adara 2022’yê bû.    ‘EZ EDALETÊ DIXWAZIM’   Dayika Araç, Azîze Araç diyar kir ku sûcdaran cezayê ku heq dikirin negirtine û wiha got: “Ji me re gotin kurê min întîhar kiriye. Ez vê teqez qebûl nakim. Kurê min xwe neavêt, îşkence dît û hat kuştin.” Araç, dazanîn ku di 4 salan de kes nehatiye cezakirin û wiha berdewam kir: “Kê kiribe bila cezayê xwe bikişîne. Mûrat paş ve nayê lê êşa me hindik be jî wê sivik be. Ez edaletê dixwazim.”     ‘ÊŞÊN ME HEVPAR IN’   Araç, bi lêv kir ku dema cînayeta Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bîhîst “êşa” wê ya beriya 4 salan nû bûye û wiha berdewam kir: “Dema min Garîbe Gezer bihîst Mûrat hat bîra min. Êşên dayik dikişînin heman in. Dema zarokek dimire hemû dayik hîs dikin. Ji bo min hemû heman in. Ferqa Garîbe û Mûrat nîne. Êşên me hevpar in.”   XWEDÎ LI DOZÊ DERKEVIN    Araç, bal kişand ku di demên dawî de hejmara kesên “Edaletê” dixwazin zêde bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez jî edaletê dixwazim. Dixwazim berpirsyar werin cezakirin û Mûrat neyê ji bîr kirin. Min di eywanên dadgehan de heta niha edalet nedîtiye. Edalet di destê wan de ye. Ji bo ku edalet pêk were divê herkes tişta ji destê wan tê bike. Divê êdî dilê dayikan neşewite. Êdî bila kes weke Mûrat û Garîbeyê jiyana xwe ji dest nedin. Hemû kesên bihestiyar bila xwedî li vê dozê derkevin.”   MA / Emrûllah Acar