Girtiyê nexweş Halîl Guneş jiyana xwe ji dest da 2021-12-15 12:15:09 AMED - Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê ku ji bo wî gelek caran serlêdanê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.  Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind ku girtîbû jiyana xwe ji dest da. Guneş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digirt. Tevî hemû bang û serlêdanên berdanê jî Guneş nehat berdan û vê sibehê koça dawî kir.    Guneş di 2’yê çileya 1993’yan de hêj 23 salî ye tê girtin û cezayê muebeta girankirî ango heta hetayê lê hat birîn. Nêzî 29 salan bû girtîbû. Demek dirêj bû ku Guneş bi nexweşînên wek penceşêra pişik û hestî re têdikoşiya. Ji roja hatiye girtin heta niha li 15 girtîgehan hatiye gerandin. Piştî ku Guneş di dema binçavkirinê de îşkenceyê giran lê hatibûn kirin nexweşîn lê peyda bûn. Ev nexweşîn di nava salên dirêj ên girtîgehê de lê giran bûn.    ATK Û AYM BIRYARÊN NEYÎNÎ DABÛN    Parêzeran ji bo berdana Guneş serî li dozgeriyê dabûn. Di encama serlêdanê de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî dabû, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 29’ê çileya 2014’an de raporek ji nû amade kir û biryar dabû ku Guneş dikare di hepsê de bimîne. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû lê belê bersivek erênî jê derneketibû.    MIRINÊ LÊ FERZ KIRIN    Xwişka Guneş di çalakiya “Rûniştina F” a ku Şaxa ÎHD’a Stenbolê li dar dixe di hefteya 445’emîn roja 3’ê cotmeha 2020’an de li dar xistibû de wiha gotibû: Dema sewqî Girtîgeha Tîpa F a Amedê kirine, dixwazin birayê min di nava şertên xerab de jiyana xwe berdewam bike. Bi hinceta pandemiyê 6 mehin birayê min nabin tedawiyê. Mirinê li birayê min ferz dikin. Ne pêkan e birayê min vê bê rûmetiyê qebûl bike. Em dixwazin demek berî demekê şertên wî bên başkirin û birayê min serbest bê berdan."