Bi hinceta "nelihevkirinê" berdana Çelîk asteng dikin 2021-12-15 13:07:03   EDENE - Hasan Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê girtî ye, li gel ku cezayê wî qediyaye jî bi hinceta ku "serê xwe naşo û ew û personelan li hev nakin" nayê berdan.    Astengkirina berdana girtiyên ku cezaye wan qediyan a bi destê Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan berdewam dike. Yek ji van girtiyên ku bi vê astengiyê re rû bi rû ye Hasan Çelîk e. Çelîk bi angaşta "endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê û bi xwe re gerandina teqemeniyê" 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibûye birîn, nêzî 10 salan e girtî ye. Li gel ku cezayê wî di 25'ê kanûnê de diqede jî ji aliyê  Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê ve berdana wî bi hinceta ku "serê xwe naşo û ew û personelan li hev nakin" ji bo 3 mehan hat astengkirin.    Çelîk binpêkirinên mafên xwe bi rêya telefonê ji xwişka Rojwer Çelîk re ragihand. Çelîk, diyar kir ku berdana wî bi awayekî kêfî tê astengkirin û wiha got: "Bi hinceten dûrî aqilan berdana min asteng dkin. Ez serê xwe dişom. Şansekî min ê serê xwe neşom tune ye. Tê angaştkirin ku ez û personelên girtîgehê li hev nakin. Jixwe em dernakevin hewadariyê jî. Personelan jî nabînin. Heke pêwîst bike bila qamerayên girtîgehê binêrin. Astengkirina berdana min binpêkirineke mafan e."   Rojwer Çelîk, jî destnîşan kir ku zextên li ser girtiyên siyasî her ku diçe zêde dibin û got ku astengkirina berdana birayê wê pêkanîneke bi kêfî ye û ev daxwaz kir: "Dixwazim ku terka vê pêkanîna kêfî bikin û berdin."