Malbata Şenyaşar: Heta henaseya dawî em ê hesab bixwazin 2021-12-15 13:07:43   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne wiha got: “Heta ku em dikaribin henaseyê bidin û bistînin, em ê hesab bixwazin.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin, çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê di roja 282’yemîn de berdewam kir. Malbatê ji ber ku îro bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Xarpêtê sê sal in girtî ye re bi telefonê axivî, dereng hatin ber edliyê û dest bi nobedê kir. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew bi telefonê bi birayê xwe re axivî ye û moralê wî zêde bûye û wiha got: “Birayê min got ‘heke edalet pêk were, ez ê werim berdan’. Tevî ewqas neheqiyê jî kêfa wî li cih bû. Silavê xwe ji her kesî re şand.”    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyamê belav kir: “Heta ku em dikaribin henaseyê bidin û bistînin, em ê hesab bixwazin. A rast li hember hiqûqa serweran wê ‘edalet’ bi ser bikeve.”