TTB’ê û Baroya Dîlokê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-12-15 15:17:27   RIHA - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê û Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci serdana malbata Şenyaşar kir.    Serdanên piştevaniya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, berdewam dikin. Navênda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê û Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, serdana malbata Şenyaşar kir. Malbatê şande bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Endamê Navenda Mafên Mirovan ên Baroya Amedê Bahrî Ogûz, bi lêv kir ku di çarçoveya çalakiyên 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de serdana malbatê kirin. Ogûz, diyar kir ku daxwaza edaletê ya malbatê daxwaza civakê ye û wiha got: “Têkoşîna edaletê ya malbatê mînaka herî bingehîn a binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê ne. Divê herkes vê têkoşîna edaletê ji xwe re mînak bigire. Ji bo ku edalet pêk were divê herkes piştgiriyê bide malbata Şenyaşar.”   ‘EM BI HEV RE EDALETÊ DIXWAZIN’   Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî dazanîn ku têkoşîna edaletê ya malbatê bi nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Em bi we re ne. Em her tim li cem we bûn em ê vê berdewam jî bikin. Em bi hev re edaletê dixwazin. Em ê serbikevin.”   ‘KESÊN KOMKUJÎ PÊK ANÎN BIKIŞÎNIN’   Ferît Şenyaşar, bal kişand ser komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û got: “Bijîjkên endamên TTB’ê şahidê bûyerê ne. Piştî bûyerê cihê hemû bijîjkan hat guhertin. Em dixwazin bijîjk têkildarî tiştên dîtî de îfadeyan bidin. Ji bo vekirina dozê wê bibe piştgiriyeke mezin.” Dayika Emîne Şenyaşar jî ji polîsên dîmen dikişandin re pirsa “Herin kesên komkujî pêkanîne bikişînin. Ev dewleteke çawa ye, ev e edalet?” pirsî.    Şandeyê piştî demekê bi malbatê re nobet girt, ji wir veqetiya.