Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin 2021-12-16 09:10:28   ENQERE - Girtî Onder Korkmaz di nava 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin. Birayê wî Îlhan Korkmaz, anî ziman ku birayê wî bi îşkenceyê re rûbirû maye û fikarên xwe anî ziman.   Onder Korkmaz ê 35 salî ku di sala 2014'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hat girtin, di 7 salan de sewqî 5 girtîgehên cuda hat kirin. Korkmaz ê li Girtîgeha Seydîşehîrê ya Konyayê girtî bû, 2 hefte berê piştî serdegirtina qawîşa nîvê şevê, vê carê sewqî Girtîgeha Bolvadîna Afyonê ya Tîpa T hat kirin.    SEWQ, TUNDÎ Û ÎŞKENCE    Birayê wî Îlhan Korkmaz anî ziman ku Onder Korkmaz di nava 7 salan de 5 caran hat sewqkirin û wiha got: "Bi îşkenceyê hat sirgûnkirin. Birayê min di sala 2014'an de li Pirsûsa Rihayê hat girtin. Piştî 2 salan li vir ma, sirgûnî Girtîgeha Oltuya Erziromê ya Tîpa T hat kirin. Piştî salek û nîvê li wir ma, sirgûnî Girtîgeha Emeneka Karamanê ya Tîpa M hat kirin. Birayê min ê ku piştî Ermenekê sirgûnî Girtîgeha Seydîşehîrê ya Konyayê ya Tîpa T bû 2 salan li wir ma. Herî dawî 2 hefte berê bi îşkenceyê sirgûnî Girtîgeha Afyonê hat kirin. Bi awayekî xerab hat sirgûnkirin. Bêyî ku agahiyê bidin hevalên wî û eşyayên wî bidinê nîvê şevê hatiye sirgûnkirin.”    LÊGERÎNA TAZΠ   Korkmaz destnîşan kir ku birayê wî Onder Korkmaz piştî sewqkirinê telefonî wan kiriye, dengê wî gelekî xerab bûye û ji rewşa wî bi fikar in û got: "Îşkence lê hat kirin, lêgerîna tazî lê kirine, di hucreya yek kesî de tê girtin, tedawiya wî nayê kirin. Wî nabin nexweşxaneyê. Ne tenê birayê min, hevalên wî yên din jî nabin nexweşxanê. Em wekî malbat bi fikar in.”