Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan 2021-12-16 10:50:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Gundê Pampa Kurda ku li Ermenistanê ye, di dîroka kurdan de xwedî cihekî taybet e. Ji gund kesên entelektuel ên mîna Cewoyê Emer, Wezîre Eşo, Ferîkê Ûsiv, Emerîkê Serdar û Ezîzê Cewo derketine.  Gundê Pampa Kurda ango Gundê Sîpan ku li herêma Alagez/Elegez a Ermenistanê ye, di hêla dîroka kurdên êzidî de girîng e. Gund, ji bo êzidiyên Qersê ku ji êrişa tirkan a di sala 1918'an de  reviyane bûye stargeh.     KURDÊN ERMENISTANÊ   Dema ku qala kurdên Qafkasyayê tê kirin bê guman yekemîn welatê ku tê hişê mirov Ermenistan e. Li gorî agahiyên ku nivîskarê kurd ê Ermenistanê Mirazê Cemal daye, niha li Ermenistanê 21 gundên kurdan li Ermenistanê hene. Tê payîn ku li welat 40 hezar kurd dijîn. Ji van gundan 10 jê li herêma Elegezê ne. Piraniya kurdên ku li herêmê bi cih bûne êzidî ne. Koça kurdên êzidî ya herêma Elegezê di sala 1820'an de dest pê kiriye. Tê payîn ku ji çewsandinên Osmaniyan reviyane û li van deran bi cih bûne. Li herêmê yek ji gundê ku herî zêde raser e gundê Pampa Kurda ye. Navê gund di sala 1978'an de weke Sîpan hatiye guhertin. Tê fikirîn ku navê Pampa ji çiyayê Pambak hatiye girtin. Tê payîn ku malbata destpêkê li gundê bi cih bûye ji eşîra Şemskî malbata Mistiyê Şemo ye.     ŞERÊ LI DIJÎ NAZIYAN   Yek ji malbata ku destpêkê li gund bi cih bûye jî malbata Mamoyan e. Malbata Mamoyan a kurdên êzidî, bi taybetî di sedsala 20'emîn de şexsiyetên bijarte gihandiye. Tê diyarkirin ku koka ji ferdên malbatê nivîskar û dîroknas Ezîzê Cewo (Mamoyan) heta Amedê diçe. Malbat radigihîne ku koka wan dirêjî beriya 200 salan heta Hezroyê dibe. Nexasim bavê Ezîzê Cewo, Cewoyê Emer (Mamoyan) yek ji portreya remza gundê Pampa bûye. Cewoyê Emer, di sala  1917'an de ji dayik bûye û di navbera salên 1938 û 1940'an de li dibistana gund weke sermamoste peywir kiriye. Dema ku bi perwerdeyê re mijûl bûye dema leşkeriya wî tê di çileya 1940'yî de li Qafkasyaya Bakur dest bi leşkeriyê dike. Di demê de artêşa Nazî ya faşîst Polonyayê dagir kiriye û gef li xala Sovyetê dixwar. Di 22'ê hezîrana 1941'an de Nazî êrişî Yekitiya Sovyetê dikin û şer li tevahiya dinyayê berbelav dibe. Li ser vê Alaya 688'emîn ku Cewoyê Emer jî di nav de cih digire, di tebaxa 1941'an de li Eniya Rojava ji aliyê Smolenksê ve tevlî şerê li dijî Naziyan dibe. Nêzî şerê salekê Emer di 10'ê tebaxa 1941'an de bi giranî birîndar dibe. Piştî ku 9 mehan li nexweşxaneyê tedawî dibîne, vedigere Elegezê.    WEZÎRÊ EŞO, FERÎKÊ ÛSIV Û EMERÎKÊ SERDAR   Cewoyê Emer piştî şer li gundê Pampaya Kurda sermamostetiyê berdewam dike û di heman demê de dersên kurdî û ermenkî dida. Piştî demekê Cewoyê Emer bi nîşana "mamosteyê bişeref ê komarê" hatibû xelatkirin. Di nav xwendekarên Cewoyê Emer de xwendekarên mîna Wezîrê Eşo, Ferîkê Ûsiv û Emerîkê Serdar ku navê xwe di dîroka kurdolojiyê de bi tîpên zêrîn nivîsandine hebûne. Ji vana serpêhatiya nivîskar, rojnameger, dîroknas û wergêr Wezîrê Eşo ya Pampa Kurda balkêş e. Malbata wî ya kurdên êzidî, ji ber ku dema Osmaniyan di bin zextê de maye serî li rayedarên Rûsya Çarîtiyê daye. Kalê wî Navo jî di nav de komeke ji 5 kesan pêk tê bi Waliyê Qafkasyayê Knez Vorontsov şêwirîne û daxwaza sitirînê jê kirine. Serlêdana bi erêmî encam bûye û ji deşta Zêdeka nêzî 400 kurdên ezidî koçî oblasta Qersê dibin. Li vir li 16 gundan bi cih dibin. Lê di sala 1918'an de di bin fermandariya Kazim Karabekîr de Artêşa Tirk êrişî Qersê dike û bi êrişê re kurdên ezidî bi "museletîbûnê" re rû bi rû dimînin. Di encama “gaza-i ekber” a ku dîroknasên hişkbawer ên tirk pê peznê xwe didin de hejmareke zêde ezidî tên kuştin. Beşek jî xelas dibin. Yek ji malbata ku direve û xelas dibe jî malbata Wezîrê Eşo ye. Malbata destpêkê derbasî Aleksandropolê (Leninakan/Gümrü) dibe û piştre li Pampa Kurda bi cih dibe. Ji ber nexweşiya kolerayê ku wê demê li Ermenisanê derketiye malbat ji bo demekê koçî Tîflîsê dike. Wezîrê Eşo li vir di 1'ê mijdara 1934'an de ji dayik bûye. Navê wê yê rasteqîn Vazgen Muradyan e. Piştre li Pampa Kurda mezin bûye û perwerde dîtiye.    JI QERSÊ BER BI PAMPA KURDA   Yek ji kesên ku Gundê Pampa Kurda gihandiye civata kurdolojiyê Ferîkê Ûsiv e. Malbata wî jî kurdên êzidî ye û Qersê koçî Ermenistanê bûye. Ferîkê Ûsiv ji eşîra Sipkî ye û di sala 1934'an de ji dayik bûye. Di wêje, dîrok û wergêrê de xwediyê hilberîneke bêhampa ye. Helbestên wî di rojnnameya Riya Teze de hatine weşandin. Ji bo demekê weke rêveberekî yekîneya zimanê kurdî ya Radyoya Erîwanê xebitiye. Berhemên Shakespeare, Goethe, Lermontov, Puşkîn û Yesenîn wergerandiye kurmancî.    REDAKTORÊ RIYA TEZE    Yek ji xwendekarên serkeftî yê Cewoyê Emer, Emerîkê Serdar e. Serdar, di  sala 1935'an de li Pampa Kurda ji dayik bûye û kurdê êzidî ye. Tê fikirîn ku bavê wî Dewrêşê Serdar tevlî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bûye û careke din venegeriyaye. Emerîkê Serdar ji aliyê dayika xwe Sayrê Xido ve hatiye mezinkirin û bi taybetî navê xwe bi Riya Teze daye bihîstin. Ji sala 1962'yan heta 2006'an redaktoriya rojnameyê kiriye. Ji bilî vê wergêriyê jî kiriye.    MA / Îsmet Konak