Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin 2021-12-16 11:55:31   EDENE - Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku duh li girtîgeha ku lê dima jiyana xwe ji dest dabû li Edenê hat veşartin.    Girtiyê nexweş Halîl Guneş ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlehiya Bilind a Amedê dihat girtin û tedawiya pençeşêrê didît duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guneş ji Amedê hat Edenê û li Goristana Bûrûk bi merasîmekê hat veşartin. Malbata Guneş, parlamenterên HDP'ê Tulay Hatîmogûllari, Mûazzez Orhan Işik û Kemal Pekoz, aktîvîstên TJA'yê, rêveberên HDP, DBP, AYKAY-DER, AATUHAY-DER'ê û gelek kes tevlî merasîmê bûn.    'KESEKÎ EGÎT BÛ'   Piştî definkirinê Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari axaftinek kir û ev tişt got: "Me hevrê Halîl Guneş winda kir. Ew yek ji kesên egît bû ku ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd bedel da. Binêrên me di nav 48 saetan de 8 girtiyên nexweş winda kir. Yek jê jî Halîl Guneş bû. Di şexsê wî de bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê ditewînim û ji malbata Guneş, gelê kurd û me tevan re sersaxiyê dixwazim. Hevrêyê me Halîl di hevpeyvîneke xwe de gotibû, 'Bi qasî ku di oxira wê de bimirin, em ji jiyanê hez dikin. Me li dijî jiyana bêrûmet, birçîbûn, xizanî, ji zimanê xwe hatiye xalîkirin a ku pergal li mirovan ferz dike ji bo ku gelê kurd bi zimanê xwe biaxive û bi awayekî birûmet li vî welatî bijî têkoşiyan û di vê oxirê de bimirin jî em ê gavek jî paşde navêjin'. Em ê jî li vir soz didin ku heta dawiyê dê têkoşîna wî bidomînin."   DAXWAZA JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ   Di dawiya axaftina xwe de Hatîmogûllari xwest ku girtiyên nexweş bên berdan û ev bang kir: "Divê ji bo girtiyên nexweş şertên mirovî ku karibe lênêrîna wan bê kirin bên amadekirin. Derbarê vê de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila sozê me ji wan re, heta ku ev welat bibe welatelî azad û demokratîk, em ê tev bi hev re têkoşîna xwe bidomînin."   ŞÎNA WÎ TÊ QEBÛLKIRIN   Piştî axaftinê ferdên malbatê û girse ji goristanê veqetiya. Şina Guneş li mala malbatê ya li taxa Meydanê ya navçeya Seyhanê tê qebûlkirin