Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû 2021-12-16 16:01:11   ŞIRNEX - Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, di encama êrîşeke çekdarî de jinek birîndar bû.    Duh di saetên êvarê de li taxa Cudî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jina bi navê Fehîme Mangir û hevjînê xwe Fethî Mangir bi hev ketin. Li ser vê Fehîme Mangir derbasî mala birayê xwe bû. Pişt re hevjînê wê Fethî Mangir jî çû mala bûrayê xwe û êrişa çekdarî pêk anî. Di êrişê de jinbira Mangir Cehya Çaglar birîndar bû. Çaglar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hevjînê Çaglar jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    Hat diyarkirin ku faîl Fethî Malgir jî ji cihê bûyerê reviya.