Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan 2021-12-16 16:36:14   AMED - Ayettulah Ay ê 17 sal in girtî ye di encama ku DMME’yê biryara dozê xera kir, ji nû ve tê darizandin û berdana wî hat redkirin.    Ayetullah Ay di 29’ê cotmeha 2004'an de bi îdiaya ku êrişek bombeyî pilan kiriye hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin. Cezayê muebetê lê hatibû birîn. Parêzerên Ay doza wî veguhestin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. DMME’yê derbarê doza Ay de biryara binpêkirinê da û xwest doza wî ji nû ve were lidarxistin. Piştî vê biryarê danişîn ji nû ve li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Ay bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê ku lê girtî ye beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî Sînem Coşkun û Senem Doganoglu di danişînê de amade bûn. Parêzeran xwest danişîna bi rêya SEGBÎS’ê were qeydkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir.    PARASTINA XWE NEKIR    Dadgehê pişt re ji bo parastinê mafê axaftinê da Ay û diyar kir ku piştî biryara xerakirina dozê dosyeya resen negîhiştiye destê wî û ewraqên ji bo parastinê ji wî re hatine şandin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye desteserkirin. Ay got ji ber vê yekê ew ê parastina xwe neke û xwest were berdan û xwest ji bo parastinê şert û merc werin pêk anîn.    Parêzeran parastina miwekîlê xe kirin û xwestin were berdan. Dadgehê ji ber kêmasiyên dosyeyê berdana Ay red kir û danişînê taloqî dîrokek pêş kir.