Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin 2021-12-16 17:08:08   ŞIRNEX - Cenazeyê Osman Salcuk ê HPG'yî ku di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dabû piştî 15 mehan radestî malbata wî kirin.   Endamê HPG'ê Osman Salcuk di 2'ê îlona 2020'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û di goristana Bêkesan a taxa Bahçelîevler a Şirnexê de hatibû definkirin. Cenazeyê Salcuk piştî 15 mehan radestî malbata wî hat kirin. Piştî ku mînaka DNA'yê ya ku malbata wî dabû ya wî hev girtin li cenazeyê Salcûk ji goristana bêkesan hat derxistin û radestî malbatê hat kirin.    Cenazeyê Salcûk li goristana Başak a taxa Nûhê ya Silopiyayê di bin dorbêça polîsan de  hat veşartin.