Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin 2021-12-17 08:50:02   SÊRT - Girtiyê nexweş Abdulrezak Suyur ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê bi aweyek guman jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hat veşartin.    Girtiyê bi nexweşiya giran Abdulrezzak Suyur ê 56 salî ku li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê ya Tîpa T girtî bû bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edliyê ya Îzmîrê hat wergirtin û birin Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a taxa Gorece ya navçeya Menderesê. Piştî karên ceneze li vir qediya bi balafirê şanding Balafirgeha Batmanê. Li balifirgehê cenaze ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin û girseyê bi konvoyekê cenaze ber bi Sêrtê ve birin.    DORPÊÇA POLÎSAN HAT ŞIKANDIN   Cenaze li goristana Şêx Mûsa ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Polîsan goristan dorpêç kirin û gotin wê tenê 5 kes cenaze defin bike û dê destûrê nedin tu kes derbasî goristanê bibe. Polîsan nikaribû xwe li ber girseya gel bigre û gel bi israr dorpêça polîsan ji holê rakir.    ‘MIRINEK BI GUMAN E‘   Di meresima cenaze de xizmê Abdulrezak Suyur, Selîm Ozalp axivî û anî ziman ku mirina Abdulrezak bi guman e û got: “Di raporê de mirina bi guman hate nivîsin. Ji bo ev guman ji holê rabe, destpêkê rêveberên girtîgehê berpirsyarin. Divê demildest sedema mirinê were ronî kirin. Em ê tu carê dest ji ronîkirinê bernedin.“   ‘EM Ê XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WAN DERKEVIN‘   Ozalp da zanîn ku girtî dibin gefan de jiyana xwe derbas dikin û wiha pê de çû: “Girtiyên di nava çar diwarî de rastî hemû zext, îşkence, binpêkirinên mafê mirovan û mirinê tên. Hemû ji bi birînê re rû bi rû hatine hiştin. Ji bo nebe direng ji bo tevahiya girtiyan divê mudaxele bê kirin. Ez ji hemû kesên hatine vir û tevlî meresim cenaze bûne re spas dikim. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna Abdulrezak derkevin.“   ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE HIN XURTIR BIKIN‘   Pişt re Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Siddik Taş axivî û banga xurtkirina tekoşînê li dijî tecrîdê kir. Taş anî ziman ku ji mirina girtiyên nexweş desthilatdarî berpirsyare û got: “Tecrîda girankirî ya li girtîgehan bi xwe re mirînê tîne. Ji bo tecrîd ji holê rabe û darbest ji girtîgehan dernekeve divê em têkoşîna xwe xurt bikin.“   Serdanên sersaxiyê wê li mala şînê ya taxa Çalê bên qebûlkirin.