Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê 2021-12-17 09:09:03   AMED - Girtî Aydin Çûbûkçû ku ji sedî 82 astengdar e û 30 sal in girtiye, diyar kir ku jiyana wî veguheriye îşkenceyê û li girtîgehê dermankirina wî ne pêkan e.    Girtiyê nexweş Aydin Çûbûkçû (62) ku 30 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye, tevî ku gelek nexweşînên giran lê peyda bûne jî nayê berdan. Çûbûkçû, nameyek şand û di nameyê de bal kişandiye ser rewşa xwe ya tenduristiyê.    Çûbûkçû, di nameya xwe de diyar kiriye ku bi salan e hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye û ji ber ku ji zû de ye girtiye gelek nexweşînên kronîk lê peyda bûne. Çûbûkçû, ragihandiye ku di demên dawî de rêvebiriya girtîgehê bi hinceta Covîd-19'ê tedawiya wî bi derengî xistiye û li girtîgehê xwarinên diyetê bi dest wî nakevin. Çûbûkçû, destnîşan kiriye ku li girtîgehê dermankirina wî ne pêkan e.    NEXWEŞÎN   Çûbûkçû, destnîşan kiriye ku jiyana wî veguheriye îşkenceyê û gotiye, nexsweşîna Hepatît Be, hîper tansiyon, di mejî de kîst, prostat, KOAH, ulser, reflu, gastrît, Vertîgo lê peyda bûne û çavê wî yê rastê qet nabîne û yê çepê jî piştî ku emeliyat bûye ji sedî 50 nabîne. Çûbûkçû di nameya xwe de diyar kiriye ku her roj nêzî 10 cure dermanan dixwe û ev pirsgirêk hem di warê aborî hem jî di warê manewî de bandorek nemabş lê dike.    Çûbûkçû, bilêv kir ku ji ber van nexweşînên xwe gelek caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) daye, lê serlêdanên wî esas nehatine girtin û gotiye herî dawî Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê rapora astengdariyê ya ji sedî 82 daye wî.