Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê 2021-12-17 09:09:37   ŞIRNEX - Keça Ayşe Bûrûntekîn a ku di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de jiyana xwe ji dest da û cenzeyê wê 7 rojan li cem zarokên wê di heman odeyê de ma got: "Tişta herî zehmet jî ew bû, dema birayê min Rustem diçû pêsîra diya min vedikir û şîr dixwest."   Ji kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyayê hat îlankirin û 37 rojan dewam kir de jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî dayika 9 zarokan Ayşe Bûrûntekîn (40) bû. Bûrûntekîn, di 20'ê Kanûna 2015'an de gava hewl dide biçe cem cîranan ji bo zarokê xwe yê 6 mehî şîr bîne ji hêla tîmên taybet ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê wê 7 rojan li malê li cem zarokên wê di heman odeyê de mabû.    Keça wê ya mezin Hatîce Bûrûntekîn, piştî qetilkirina dêya xwe jê li xwişk û birayên xwe mêze kiriye. Piştî mirina dêya wê birayê wê Rûstem ku wê çaxê 6 mehî bûye, bi salan wê wekî dêya xwe zanibûye û piştî hebikekî mezin bûye pê hesiyaye ku ne dêya wî, xwişka wî ye.    CENAZEYÊ WÊ 7 ROJAN LI CEM WAN MAYE   Hatîce Bûrûntekîn, anî ziman ku tişta wan bi çavên xwe dîtiye hovîtiyek mezin bûye û wiha behsa wê roja dêya wê hatiye qetilkirin kir: "Dayika min di 20'ê Kanûna 2015'an de, di dema qedexeya derketina derve de ji bo ku ji birayê min ê 6 mehî re şîr bîne xwest biçe cem cîranê me. Dema ku diya min derket dengê çekan hat. Bi dengê çekan re me xwe avêt derve. Me çawa derî vekir, dêya min kete erdê. Me hewl da em wê bînin malê. Me ew anî. Me nizanibû ku iyana xwe ji dest daye. Me digot birîndar e. Em ku ambulans, midûriyeta polîsan û qereqolê geriyan, lê kesek nehat. Cenazeyê dayika min hefteyekê li gel me di heman odeyê de ma. Birayê min ê 6 mehî diçû pêsîra diya min vedikir û dixwest şîr vexwe. Lê nedikarî. Ji ber ku nedikarî jî digiriya. Piştî ku hefteyek fi ser re derbas bû, gotin wê derûniya malbatê xirabe cenaze bi sedyê birin. Dema ku welatiyan cenaze derxistin jî gule reşandin. Cenazeyê dayika min bi zorê heta mizgeftê birin. Ji me re gotin, 'Ji vir derkevin.' Em ji ber wan zextan derketin. Lê cenazeyê dayika min li vir ma. Pişt re ji me re gotin em ê cenazeyê we bidin. Lê me kir û nekir cenaze nedan me. Cenazeyê dayika min bêyî me birin morga nexweşxaneyê. Pişt re cenaze birin sînorê Xabûrê. Ji wir jî ji bo rapora otopsîyê birin nexweşxaneya Şirnexê. Ev tişt hemû bêyî me kirin. Pişt re bavê min li wan geriya û pirsa cenazeyê dayika min kir. Ji bavê min re gotin, 'Me cenaze di goristana bêkesan de veşartiye.' Li me kir nekir me cenazeyê dêya xwe nedît. Herî dawî bi testa DNA'yê me cenazeyê dayika xwe ya definkirî teşhîs kir."   'BIRAYÊ MIN JI MIN RE DIGOT DAYÊ'    Bûrûntekîn, bilêv kir ku piştî çûna dêya xwe bi zor û zehmetî xwişk û birayên xwe mezin kiriye. Bûrûntekîn got: "Min Rustem bi zor û zehmetî mezin kir. Di wê pêvajoyê de Rustem hê şîr vedixwar. Ji şîr pêvetir tiştek din nedixwar. Min şîr dixist bîberonê û didayê. Lê wisa jî nedixwar. Ji ber ku nedixwar min serî li rêbazên cuda didan. Min bîberon dikir bin milê xwe da ku Rustem bêhnê bistîne û bixwe. Min ew rêbaz berdewam kir û hêdî hêdî hîn bû. Ew sehma ku me dît tiştek gelek nexweş bû û pir giran bû. Me gelek zor û zehmetî dîtin. Tişteke ku ji wê nexweştir nebû. Ez nizanim ez ê çawa vebêjim. Sehmeke pir mezin bû. Bifikirin, ji aliyekî ve laşê dêya te yê bêruh, li aliyê din jî zarokê dêya te ji bo şîr digirî.Gotin têr nake."   Bûrûntekîn, anî ziman ku wê birayê xwe Rustem ê wê çaxê 6 mehî bûye û xwişk û birayên xwe yên din ên jê biçûktir mezin kirine û got: "Ne tenê Rustem, min xwişk û birayên xwe yên 4 salî, 5 salî, 7 salî û 8 salî jî xwedî kirin. Lê Rustem hê pitik bû. Pitikekî bêxwedî. Ji bo ku ji Rustem re şîr bîne çû, lê cenazeyê wê ji Rustem re hat. Tişta herî zehmet jî ew bû, dema ku Rustem diçû bedana wê vedikir û şîr dixwest. Rustem dema ku biçûk bû, nebûna diêya min fêm nedikir. Digot qey ez dêya wî me. Ji min re digot dayê. Pişt re sal çi qas derbas bûn hedî hêdî fêm dikir ku ez ne dêya wî me, ez xwişka wî me. Piştî ku fêm kir ji min re got, 'Xwîşkê ger em herin ser gora dêya min û wê derxînin, ma dê ji min re bibe dayik? Çima dayika her kesî heye ya min tune ye?' Min nedizanî ku çi bersivê bidim xwişk û birayên xwe. Wisa sar dimam di cî de. Tu hest naşibe wê hestê. Tiştekî gelek zor bû."   Bûrûntekîn, destnîşan kir ku baweriya wê ya bi edaletê heye û di dawiya axaftina xwe de got: "Baweriya min heye ku ew kesên ku wiha li dayika min kirin wê rojekê bên cezakirin. Xwedê heqê wan li erdê nehêle. Xwedê heqê Rustem ji wan re nehelê. Gelek dayik bê Rustem man û gelek Rustem jî bê dayik man. Ew tişta ku me dît xwedê nîşanî kesekî din nede. Me dît tu kes nebîne."    MA / Zeynep Dûrgût