‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’ 2021-12-17 11:38:52       ENQERE - Endamê Lijneya Rêveberiya TBB'ê û serokên baroyan ku daxwaza wan a mudaxilbûna doza Komkujiya Konyayê bi hêceta ku 'rasterast bandor li wan nekiriye' hate redkirin, gotin ku gelek rastiyên ku hewl tê dayîn di komkujiyê de bên nixumandin hene.    Di 30’ê Tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê 7 ferdên malbata Dedeogûllari ji aliyê Mehmet Altûn ve hatibû qetilkirin. Danişîna doza derbarê Mehmet Altûn, ferdên malbatên Çalik û Keleş ku ji 11 kesan pêk tên de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin. Daxwaza serokên baroyan a mudaxilbûna doza Komkujiya Konyayê bi hêceta ku 'rasterast bandor li wan nekiriye' hate redkirin.   Endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Alî Bayram, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk doza komkujiyê û redkirina daxwaza midaxilbûna baroyan nirxandin.    JI BO KU SÛC BÊ CEZA NEMÎNE   Endamê Lijneya Rêveberiya TTB’ê Alî Bayram bi lêv kir ku ji ber cînayeteke bi sedemên netewperestiyê hatiye kirin, xwestine mudaxilê dozê bibin. Bayram, anî ziman ku ji bo sûc bê ceza nemîne û careke din dubare nebe dê heta dawiyê dozê bişopînin û wiha got: “Beriya niha di doza Yahya Menekşe yê Baroya Şirnexê de daxwazeke bi vî rengî li Dadgeha Ceza ya Giran a Cizîrê kiribû. Ew daxwaz hat qebûlkirin, lê ji îstînafê vegeriya. Li vir mudaxeleyên hiqûqî bi hêceta ku sazî rasterast bandorê lê nakin û yek bi yek ziyanê nabîne tên redkirin. Qanûna parêzeran wezîfe û roleke bi vî rengî daye baroyan û me daxwazên xwe yên mafdar li gorî vê yekê pêşkêş kirine. Sedema redkirinê jî biryarên di doza biryarên beriya niha de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatine dayîn e.”   HEWL DIDIN KU BINIXUMÎNIN   Bayram, dazanîn ku di Komkujiya Konyayê de lêpirsîneke bi bandor nehatiye birêvebirin, delîl nehatine komkirin û wiha axivî: “Eger hûn sîstemeke hiqûqê ya ku şexsekî diparêze ava bikin û li ser wê tiştekî ava bikin, hûn pêşî li derketina rastiyan digirin. Li vê derê gelek rastî hene ku tên nixumandin. Dozgerî ji bo ku dosyayê ronî bike, pêwîste argumanên ku dê lêpirsînê ronî bikin pêşkeş bike û divê di vê mijarê de îradeyekê derxe pêş. Divê rayedarên darazê biryarên ku bêedaletiyê ji holê radikin bidin. Divê dadgehên ji bo rakirina bêadeletiyê hatine avakirin, biryarên ku wijdana rayagiştî têr dike bidin, wezîfeya sereke ya dadgehan ev e.”   EV NE CÎNAYETEKE HESAN E   Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk jî diyar kir ku divê dosya weke dosyayeke cînayeteke basit neyê dîtin û wiha got: “Li dijî qanûnê ye ku dadgeh daxwaza beşdarbûnê red bike. Em îtirazên xwe dikin, lê pratîka niha ev e. Ji ber ku me zirareke şênber nedîtiye, daxwaza me hat redkirin, gelo ji bo zirara madî çêbibe divê serokê baroyê jiyana xwe ji dest bide? Eger binpêkirina mafên mirovan hebe, eger cînayetek bi hestên nefretê hatibe kirin, gilî û gazinên me jî hene. Hebûna baroyan wê bibe wesîle ku hiqûq bi temamî bi cih were anîn. Ew naxwazin ku ev pêk were.”   ‘QANÛN PÊK NAYÊN’   Elîk bibîr xist ku beriya Komkujiya Konyayê baroyên herêmê banga “Dev ji zimanê parçeker û nefretkar berdin” kiribûn û wiha axivî: “Piştî banga me ev hovîtî pêk hat. Ya ku me hewl dida bêjin ew bû ku zimanê nefretê yê medyayê, zimanê cihêkar ê siyasetê, wê bibe sedema bûyerên bi vî rengî. Sînordarkirina hêzên baroyên li vê derê bi vî rengî nîşan dide ku dibe ku qanûn bi temamî pêk neyê. Eger lêpirsînek were kirin ku ev cînayet bi kîn û hestên nîjadperestî hatiye teşwîqkirin, eger biryara bi sedem di dawiya darizandinê de di biryarê de were nîşandan, ev yek wê ji bo yên din bibe asteng.”      ‘EM Ê BI ISRAR BIN’   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz jî wiha got: “Me xwest lêpirsînê bişopînin lê dadgehê biryara me red kir. Em ê israr bikin ku faîlên rast ên vê dozê bên darizandin. Tevî ku em nikarin li ser navê baroyê dozê bişopînin jî em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin û ji bo ku faîl derkevin holê weke şexsî çi pêwist be em ê bikin û dozê heta dawiyê bişopînin.”