Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye 2021-12-17 12:30:16   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê di roja 284’emîn de didomîne wiha got: “Cihê ku edalet lê nebe, ne tenê aramî wê nan jî lê nebe.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 284’emîn de berdewam dike. Malbata ku li pêş edliyeyê nobetê digire li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Cihê ku edalet lê nebe, ne tenê aramî wê nan jî lê nebe. Dadger û dozgeran ji tirsa cubeyên xwe digirin û peywîra xwe nakin. Parlementer Fakibaba jî AKP’ya ku sûcê mirovahiyê dike teşhîr kir. Gelê Rihayê îxracê dixwaze.”