Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da 2021-12-17 12:39:11   STENBOL - Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê di meha mijdarê de herî kêm 164 karker û di 11 mehên salê de herî kêm 2 hezar û 17 jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar a meha mijdarê eşkere kir. li gorî raporê di meha mijdarê de herî kêm 164 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 11 mehên salê de jî herî kêm 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwej i dest daye. Li gorî raporê; ji van karkerên jiyana xwe ji dest daye 149 kes bi mûçe û 15 karker jî li ser hesabê xwe dixebitîn. Di 11 mehên salê de jî ji 2 hezar û 17 karkeran hezar û 722 karker bi mûçe û 295 karker jî li ser hesabê xwe xebitî ne.    57 ZAROK JIYANA XWE JI DEST DANE    Di raporê de hat destnîşan kirin ku di meha mijdarê de 23 jin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û 141 karker jî zilam bûne. Di meha mijdarê de 7 karkerên penaber jî mirin û mirin herî zêde li qada înşat, tenduristî û bazirganiyê pêk hat. Ji van karkerên di meha mijdarê de mirine 7 karker sendîkayî bûne. Di mehê de 3 zarokên karker jî jiyana xwe ji dest dane û zarok li qadên çandiniyê û zexîre (gida) dixebitîn. Ji 2 hezar û 17 karkerên di van 11 mehan de jiyana xwe ji dest dane 57 jê zarok bûne.    Di raporê de hat diyarkirin ku 8 karkerên temenê wan bi ser 65 salî re bûye jiyana xwe ji dest dane û karker herî zêde li bajarên wek Stenbol, Kocaelî, Enqereyê jiyana xwe ji dest dane.    NAVÊ KARKERÊN JIYANA XWE JI DEST DANE   Navê karkerên jiyana xwe ji dest dane wiha ye: “Fethi Bulut, Şim Ağa, Engin Odabaşı, Süleyman Daşgın, Hakan Süzen, Muhammed Onan, Ahmet Nar, Fuat Yetkin, Kadir Korkmaz, Bahtiyar Kandimov, Azmi Türkmen, Hakan Atalay, Mehmet Özkan Turna, Sevgi Uçer, Ahmet Uyar, Hüseyin Karakuş, Hüseyin Kalkın, Emrah Aykurt, Ula Kerem, Azize Gülmez, Şahide Budak, Hayri Burak Gül, Recep Uysal, Yaşar Kansızoğlu, Abdullah Sayan, Kadir Kurak, Ömer Erkaya, Ahmet Arıcan, Mümtaz Halaf, Hasan Yıldız, Şenol Akgöz, Mehmet Sabancılar, Nurseven Elbasan, Umut Ahi, İbrahim Örsel, Fatih Coşkun, Kamil Beki, Ümit Demirhan, Nimet Sayraç, Neslihan Mermertaş Karaağaç, Ömer Yalap, İsmail Duran, Nilgün Ediz, Mehmet Ali Tan, Necati Atmaca, Hasan Hüseyin Tavlı, Salim Karaman, Mustafa Akatay, Aylin Alphan Erdemir, Emre Yılmaz, Kemal Erzan, Talha Aktaş, Akın Öztürk, Tugay Ersoy, Adem Bilir, Halil İbrahim Yazıcı, Mehmet Sapan, Tuncay Aydın, Cüneyt Çetinkaya, Fatih Terzioğlu, Bilal Kurt, Serdar Demirel, Sabahattin Çelik, Mehmet Şahin, Serkan Duran, Bedirhan Yıldız, Muhammed Kaddur, Ufuk Göktaş, Mehmet Emin Göğün, Hasan Karakılçık, Hacı Ali Akdeniz, Şenol Aydın, Hacı Tunç, Murat Bülbül, İbrahim Değer, Bostan Eser, Salih Bulut, Halit Gökçe, Zafer Pallavuş, Emrah Ballı, Ahmet Kuruçaylı, Mustafa Aydın, Orhan Polat, Aşkın Dişkaya, Ergün Celep, Tahir Yıldız, Fetullah Sarı, H.I., Adil Kara, Mehmet Tuğra, İsmail Ünlü, Canip Yıldız, Ali Demir, Suat Çelik, Mehmet Şükrü Yücel, Bekir Kaya, Ergün Şahin, Nedim Köse, Galip Çetin, Abdullah Çolak, Muammer Evci, Mehmet Ali Sorulmaz, Gülcan Aslan Karakoç, Sultan Fidan, Mehmet Emin Ünlü, Nejat Toker, Metin Baş, Betül Kıraç Gürler, Vahide Bozer Yaman, Ercüment Keçik, Şerife Nurdoğdu, Işıl Dalgın, Nizar Türker, Ekrem Ayrancı, Şerafettin Boyacı, Aysel Akdeniz, Nusret Bozacı, Çiçek Gülek, Metin Gürel, Vehbi Kıymacı, Ahmet Uysal, Ayşe Özsoy, Fikri Sözbir, Fazile Sevim Yağcı, Şerif Soğur, Ümmet Turhan, Sevgi Çakıcı, Kader Nur Palaz, Muhammed Fatih Taşlıçay, Mehmet Uzun, Gürkan Esmer, Ali Ercan Yılgın, Refikcan Uysal, Havva Ergin, Ramazan Günay, Halil Yüksekol, Hüseyin Akbaş, Talip Güngör, Durmuş Güneş, Volkan Çayan, Davut Kaplan, Osman Kaya, Cengiz Topel Figen, Şirin ., Hüseyin Cenber, Salim Otuk, Gökhan Karabulut, Fedai Altun, Mustafa Tunçel, Naci Sağman, Adem Aykanat, Yiğithan Kuştepe, Yurdal Gökçe, Davut İlhan, Ferhat Ede, Fikret Ağırman, Ali Arslan, Müzbah Donat, Yasin Beşiktepe ve ismini öğrenilemeyen 5 işçi.”