Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin 2021-12-17 15:45:55   RIHA – Rojnamevan Huseyîn Aykol, Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul jî di nav de şandeyek parêzvanen mafê mirovan serdana  Malbata Şenyaşar kir.   Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen, rojnamevan Huseyîn Aykol, Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul jî di nav de komek parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin.    Rojnamevan Huseyîn Aykol destnîşan kir ku serdana wan a bo malbatê wezîfeyek pîroz e û ew wateyê didin berxwedana malbatê.    LI KURDISTANÊ NEBÛNA EDALETÊ    Sekretera OHD’ê Rengîn Ergul jî anî ziman ku lig elek deverên Kurdistanê gelek dayik û malbat ji bo edaletê qîr dikin û ew li dijî vê zirxa bêcezakirinê mafê mirovan diparêzin.    ‘DIXWAZIN KIRYAR NEDIYAR BIMÎNE’    Ferîş Şenyaşar jî diyar kir ku 9 dozgerên ku li dozê nihêrîn dixwazin bûyerê wek “kiryar nediyar” bihêlin û lê ew ê dev ji têkoşîna xwe edaletê bernedin.    Şande kêliyek li gel malbatê nobedê girt û pişt re ji wir veqetiya.