Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe 2021-12-17 16:06:23 AMED - Welatiyên ku serdana malbatên di roja 32’yemîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomînin kirin, destnîşan kirin ku heta çalakî bigihe armanca wê piştgiriya wan bidome.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayê berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 32’yemîn de berdewam dike. Her wiha serdanên ji bo malbatan jî didomin. Îro jî rêxistina HDP'ê ya navçeya Gêlê û nîştecihên taxa Seyrantepeyê serdana malbatan kirin.   TECRÎD BELAV BÛ   Yaşar Aydin ê ji navçeya Gêlê hat serdanê, bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji ber tecrîda tê kûrkirin zext li hemû girtîgehan belav dibin. Dayikên me jî li dijî vê yekê liv ir çalakiyeke pir bi rûmet didin meşandin. Pêwîst e ev nobet belavî her derê bibin. Em jî li girtîgehan man zexta li wir dizanin. Hewceye ku li dijî vê zext û zilmê herkes rabe ser piyan.    Rêveberê Rêxistina HDP’a Gêlê Omer Akgunduz jî bi lêv kir ku dayik cesaretê didin civakê û dibin hêvî. Akgunduz, banga xwedî derketina çalakiya malbatan kir.    BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR   Xizma girtiyan Reşahat Ada bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û wiha got: “Mirinên çêbûn fikaran zêdetir dikin. Ev meheke em di nobetê de ne. Êdî bes e em naxwazin, cenaze ji girtîgehê derkevin. Bila Wêzîrê Dadê dengê me û daxwazên me bibîhize. Em naxwazin darbestên zarokên xwe rakin. Zarokên me dema diçin nexweşxaneyan di karantînayan de nexweştir dibin. Em dixwazin nexweşên me serbest bên berdan.”    DESTNÎŞANKIRINA EDALETÊ    Xizma girtiyan Încî Guler jî bertek nîşanî şewitandina înfazan da û destnîşan kir ku heta daxwazên wan werin bi cih wê çalakiya wan bidome. Fevziye Kolakan a 2 zarokên di girtîgehê de ne bi lêv kir ku her ku diçe nexweşiyên wan girantir dibin û xwest girtiyên nexweş bên berdan. Kolakan, anî ziman ku yekane daxwaza wan edalet e.   Şêniyên Taxa Seyrantepe yên serdana malbatan kirin jî diyar kirin ku heta çalakî bigihe armanca xwe wê piştevaniya wan bidome.    JI BO HERKESÊ EDALET   Xizmê girtî Hakki Boltan jî destnîşan kir ku bi çalakiya xwe ji herkesê re edaletê dixwazin. Xizma girtî Herdem Merwanî jî bi lêv kir ku di her serdanê de moralê wan zêdetir bilind dibe û wiha got: “Divê cîhan dengê me bibihîze û vê êşê hîs bike. Niha xwedî derketineke baş heye. Lê divê ev zêdetir bibe. Divê dengê me belav bibe. Ji ber ku sûcên wan ên mezin hene û divê ev sûc werin bihîstin.”