Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin 2021-12-17 16:07:04   STENBOL - MATUHAY-DER’ê li ber Girtîgeha Bakirkoyê bal kişand ser mirinên di girtîgehan de. Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk diyar kir ku divê tavilê girtiyên xweş werin berdan.    Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo balê bikişîne ser mirinên li girtîgehan bi dirûşma “Ji girtiyên polîtîk re azadî” li ber Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê ya Jinan daxuyanî da çapemeniyê. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ji girtiyên nexweş re azadî, bila girtîgeh nebin malên cenazeyan” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” berz kirin.    HIQÛQA DIJMINANE TÊ SEPANDIN    Hevseroka HDP’a Setnbolê Îlknûr Bîrol da zanîn ku niha li komkujî pêk tên û divê girtiyên nexweş demildest werin berdan. Bîrol anî ziman ku divê Saziyên Tiba Edlî ne biryarên siyasî biryarên zanistî û tibî bide da ku girtî werin berdan û mafê tu kesî nîne malbatên girtiyan bixin nava fikaran û li dijî girtiyan hiqûqa dijminane tê sepandin.    DEV JI HELWESTA FAŞÎZAN BERDIN   Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest rayedar û Saziyên Tiba Edlî demildest dev ji helwesta xwe ya faşîzane ya li ser girtiyan berdin û heta girtiyên nexweş werin berdan wê têbikoşin.    GIRTÎ Û MALBAT HER ROJ DIMIRIN    Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk destnîşan kir ku ji ber li girtîgehan tecrîd, zext, îşkence, lêgerîna tazî, muayeneya bi kelemçe heye girtî jiyana xwe ji dest didin û got: “Ji ber sepanên li girtîgehan û nebardana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane û nayên berdan, malbatên wan her roj dimirin. Mafê jiyanê û tenduristiyê ji bo girtiyan nayê nasîn. Di pêvajoyek wiha pandemiyê de jî îqtidarê meseleyê veguherandiye firsatê û êşê bi malbatan û girtiyan dide kişandinê.”    GIRTÎGEH VEGUHERÎNE MALÊN MIRINÊ    Çelîk anî ziman ku di hefteyekê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û li girtîgehan sepanên kêfî hene û bi vê yekê re jî îşkence, zext û zordarî li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Çelîk da zanîn ku Garîbe Gezer, Abdulrezak Suyur, Halîl Guneş û Salîh Tugrul di encama sepandina pergala cezayê înfazê de jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan ji ber tecrîdek û îşkenceyek sîstematîk pêk tê her sal bi dehan ji ber nayên dermankirin û berdan jiyana xwe ji dest didin.    BANG LI RAYEDARAN KIR    Çelîk bal kişand ser girtiyên jiyana xwe ji dest dane û got: “Em li vir gazî îqtidarê dikin ku dawî li îşkence û muameleya xerab bîne. Bila yasayên kêfî rake. Divê destûr were dayîn ku girtiyên nexweş di astek paş û pispor de werin dermankirin. Ji bo girtiyên nexweş hin bêtir nemirin em bang li rayedaran dikin ku tavilê bikevin nava hewldanan û em carek din dibêjin ku em ê heta dawiyê rewşa girtiyan bişopînin”.