‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye' 2021-12-18 09:08:38 ÎZMÎR - Parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku mifteya gergerîneka neçareseriyê ya ku welêt tê de ye li Îmraliyê ye.  Bertekên li hemberî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Li Îzmîrê parêzvanên mafên mirovan, tecrîda li Îmraliyê nirxandin û destnîşan kirin ku dê li dijî tecrîdê bitêkoşin.    Rêvebirê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TÛHAYDER) Selam Altan, diyar kir ku tecrîda sîstematîk a li ser Ocalan qebûl nakin û got: "Ocalan, li Îmraliyê bi awayekî hişk tê tecrîdkirin. Hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin. Mafê wî yê telefonê tê binpêkirin. Ev tecrîdeke tu hevtayek wê tune ye. Em komele, vê tecrîda sîstematîk qebûl nakin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin. Divê her kes li ber vê tecrîdê rabe. Divê her kes xwedî li mafên Ocalan derkeve. Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîda li ser Ocalan bidome."    SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ   Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Ahmet Çîçek jî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, sûcê li hemberî mirovahiyê ye û xwest demildest bê rakirin. Çîçek got: "Tecrîda li ser Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de sûcê li hemberî mirovahiyê ye."    Çîçek, destnîşan kir ku ji ber ku pêwendî bi Ocalan re nayê danîn fikarên wan zêde bûne û got: "Mafê parêzeran heye ku hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Tecrîda li ser Ocalan sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Demildest divê parêzer û malbat hevdîtinê pê re bikin."    ‘WELÊT MEHKÛMÎ TARÎTIYÊ KIR'   Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Parêzer Halîl Coşkûn jî destnîşan kir ku pergala Îmraliyê pergaleke ku hiqûq, normên Qanûna Bingehîn û navneteweyî binpê dike û got: "Tu hêleke ehlaqî û wijdanî ya tecrîdê tune ye. Ev bêhiqûqîtî û bêedaletî tenê ne ji bo Ocalan, ji bo tevahiya civakê talûke ye."   Coşkûn, bilêv kir ku tecrîd sîrayetî tevahiya qadên civakê kiriye û got: "Armanca wê, Tirkiyeyê mehkûmî tarîtiyê bike."    BIRYARÊN DMME'YÊ   Coşkûn, ragihand ku mifteya gerîneka neçareseriyê ya welêt di nav de li Îmraliyê ye û got: "Ocalan 22 sal in bênavber tê tecrîdkirin. Me hemûyan dît, gava hevdîtin bi Îmraliyê re dihatin kirin, bê mirov çi qas rihet bûn. Ya ku welêt xelas bike pergala edalet û hiqûqê ye. Ger biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên pêkanîn û tecrîd bê rakirin dê welat aram bibe, ku me ev yek dît. Em OHD ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê tevdigerin û dê têkoşîna me ya ji bo vê bidome."    MA / Hakan Yalçin