Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin 2021-12-18 11:52:47   STENBOL - Ji Înîsiyatîfa Rêzgirtina Ji Bo Mirî Serhat Çakmak diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê êrişeke ser bîr û dîrokêye û bi lêv kir ku wê dozê bibin DMME’yê.    Goristana Xerzanê ku li Gundê Oleka Jor a Bedlîsê ye, di navbera dîrokên 8 û 17’ê Kanûna 2017’an de bi êrişekê hate hilweşandin. 310 cenazeyên PKK’iyan ên di goristanê de di 19’ê Kanûna 2017’an de ji goran hatin derxistin. Cenazeyên ku demekî dirêj nehatibûn zanîn biribûn kuderê, bi daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê ya di 2’yê Çileya 2018’an de hat hînbûn ku birine Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê.    Derket holê ku cenazeyên ku demekê li ATK’ê dihatin ragirtin, li beşa Goristana Kîlyosê ku ji bo bêkesan hatibû veqetandin di bin pêya rê de hatin veşartin. Malbatên ji bo wergirtina cenazeyên xwe têkoşiyan mînaka xwînê dan. Heta niha 22 cenaze dan malbatên wan û têkoşîna malbatan a 4 salan didome.    Ji Înîsiyatîfa Rêzgirtina Ji Bo Mirî û şopdarê hiqûqî yê pêvajoya têkildarî Goristana Xerzanê Parêzer Serhat Çakmak, pêvajoya 4 salan û tiştên qewimîn nirxandin.    Çakmak da xuyakirin ku Goristana Xerzanê heta di qeydên Osmaniyan de jî weke “goristan” tê binavkirin û anî ziman ku di destpêkê de welatiyên sivîl lê hatine veşartin û dûre PKK'yi jî lê hatine veşartin.  Çakmak, bi lêv kir ku lê belê ji bo walîtî û dozgerî derxistina cenazeyan a ji wir rewa nîşan bidin weke hêcet “statuya wê ya goristanê nîne” nîşandan.  Çakmak bal kişand ku, berevajiyê walîtî û dozgeriyê ji zû ve statuya goristanê dane Xerzanê û wiha got: “Li wê derê ji bo veşartinê tu astendiyeke hiqûqî tune bû.”   BI ÊREKIRINA RAYEDARAN HATIN VEŞARTIN   Çakmak,  bi bîr xist ku cenazeyên PKK'yiyan bi erêkirina rayedaran di dema pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-2015’an de li vê derê hatine veşartin û wiha berdewam kir: “Dema mîlîtanekî rêxistinê jiyana xwe ji dest da, belgeya mirinê û ruxseta veşartinê dihat wergirtin. Dema ku hate pirsîn bê ka wê li kû derê were veşartin, navê ‘Goristana Xerzanê’ lê hate kirin. Cenaze bi vî rengî li wir hatin veşartin. Ji ber vê yekê tu astengiyeke hiqûqî li ber definkirinê tunebû. Lê belê muzakereyên di navbera dewlet û PKK’ê de di hin deman de dixetimîn. Di dema van pêvajoyên xetimandinê de li hin herêman êriş hatin kirin. Yek ji van êrişan jî reze êrişên li dijî Goristana Garzan e hatibûn kirin bûn.   XELEKA DAWÎ YA RÊZE ÊRIŞAN   Çakmak, bi lêv kir ku derxistina cenazeyan a ji Xerzanê xeleka dawî ya êrişan e û li ser tiştên di wê pêvajoyê de qewimîn wiha axivî: “Di sala 2015’an de gelek avahiyên li Xerzanê ji aliyê balafirên şer ve hatin xerakirin. Ev cihên hatine xerakirin, avahiyên ku mirovên dihatin goristanê wezîfeyên xwe yên olî lê bi cih dianîn. Piştî ku ew hatin hilweşandin vê carê jî êrişî kevirên goristanan kirin.”    ‘GORISTAN BI GIŞTÎ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN’   Çakmak, diyar kir ku ev rewş heta hewldana pêvajoya darbeye berdewam kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hewldana darbeyê, qedexeyên derketina derve zêde bûn . Di vê pêvajoyê de têkiliya gel a bi Goristana Garzanê re kêm bû. Ji ber vê yekê nedîtin ku çi diqewime. Di demeke qedexeya derketina derve de bi dozer û kepçeyan ketin goristanê û bêyî agahî ji malbatan re bê dayîn cenaze hatin derxistin. Helbet, piştî mehekê em hînbûn ku ev yek pêk hatiye. Dema bavek ji bo bicihanîna wecîbeyên xwe yên olî çû ser gora keça xwe, dibîne ku goristan bi giştî ji holê hatiye rakirin û di medya dîjîtal de radigihîne. Bi vî rengî me rewş dît û dest bi karê hiqûqî kir.”   300’Î ZÊDETIR CENAZE HENE   Çakmak dazanîn ku hêj jî nizanin ji Xerzanê çend cenaze hatine derxistin û anîne ATK'ya Stenbolê û wiha domand: “Destpêkê bersiva ‘270’ ji me re hatiye dayîn. Di hevdîtina me ya bi ATK’ê re diyar kirin ku dibe di nava çend kîsan de cenazeyê çend kesan hebin. Li vê derê hejmareke fermî tune bû. Wekî din me nikarî xwe bigihînin hemû malbatan jî. Heta niha nêzî 50 malbatan ji bo wergirtina cenaze serlêdan kirine. Ji van 22 hatin teslîmkirin. Dema ku me ev cenaze derxistin, em dizanin ku nêzî 280 cenaze hene. Ev jî tê wê wateyê ku li wir ji 300’î zêdetir cenaze hene.”   ‘EM Ê BIÇIN DMME’YÊ’   Çakmak, qala veşartina cenazeyan a di bin peyarê de kir û wiha got: “Li gorî rê û rêbazê divê her cenazeyek di gorekê de be. Cenazeyên ji Xerzanê hatine derxistin ne li gor vê hatine veşartin. Têkildarî vê yekê me ewil serî li dozgeriyê da. Piştî biryara dozgeriyê me serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê û di Nîsana 2021’an jî me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê hêj bersiva serlêdanên me nedaye. Dema rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.”   ‘EM MUXATAB NABÎNIN’   Çakmak, bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de parêzer zehmetiyê dikişînin ji bo ku muxatab bibînin û wiha berdewam kir: “Mesela em dizanin ku li Bedlîsê dosyeya hatiye vekirin a li dozgerekî heye. Di vê rewşê de tu agahiyek li ber destê me nîne bê kê gilî kiriye, giliyê kê hatiye kirin, guman li kê hatiye kirin, kî hatiye lêpirsînkirin, encama lêpirsînê çi ye, wê çi biqewime. Ji aliyê mekanîzmayên dadgeriyê yên pêwendîdar û saziyên rêveberiyê yên li vê derê ve bi têrkerî agahî ji me re nayê dayîn. Û ji bo ku em vê bikin em nikarin rêyeke baş bibînin. Di dosyayê de tê gotin ku biryara nepenîtiyê heye, lê em nizanin ka sûc çi ye, hewcehiya biryara nepenîtiyê heye. Mînak ATK diyar dike ku hemû tasarûfên cenazeyan li Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê ne. Lê dema ku dadgeriyê ji bo radestkirina cenaze em sewqî ATK'ê kirin gotin ku cenaze li cem wan nîne. Niha tiştekî ecêb e ku Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê nizane ka cenaze li Kilyosê ne yan jî li ATK'ê ne.”   ‘DI CIVAKÊ DE ŞIKESTINEK ÇÊBÛ’   Çakmak, diyar kir ku tişta hatiye qewimîn êrişa ser bîr û dîroka ser civakekê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrişa ser goristanê êrişa ser dîrokê ye. Êrîşeke li dijî pêşîgirtina li bertekên demokratîk ên mirovan e. Êrîşeke li dijî mirovan e ku hewl didin bêdengbikin û çavtirsandî bikin. Bi hewldana êrişa li ser cenazeyan ku xala herî hesas a civakê ye, ev kirin. Vê êrîşê bi taybetî li dijî miriyan, di civakê de şikestineke cuda afirandiye. Êrişa bi taybetî li miriyan hat kirin di nava civakê de şikestinek cuda afirand.”   MA / Ferhat Çelîk