Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin 2021-12-18 13:56:10   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqubeta Nîhat Aydogan ê beriya 27 salan li Mêrdînê hat windakirin pirsîn. Hevjîna Aydogan, Halîme Aydogan hestiyên hevjînê xwe xwestin.    Dayikên Şemiyê, di hefteya 873'yemîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xistin. Ji ber pandemiyê dayikan çalakiya xwe bi awayekî online pêk anîn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30’ê Mijdara 1994’an de li navçeya Mîdyad a Mêrdînê piştî hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin, pirsî.    Hevjîna Nîhat Aydogan, Halîme Aydogan bi lêv kir ku hevjînê wê beriya 27 salan hatiye windakirin û wiha got: “Cerdevan û tîman serê sibehekê ew ji malê girtin û birin. 27 sal derbas bûn ne gora wî ne jî tiştekî wî heye. Ji çar zarokên min ê mezin wê demê 12 salî bû, Keça min a biçûk yek salî bû. Zarokên min pirsa bavê xwe dikirin. Ez mecbûr dimam derewan li wan bikim. Pişt re rastî fêm kirin.”   BILA HESTIYÊN WÎ BIDIN   Aydogan, bi lêv kir ku ji dewletê hestiyê hevjînê xwe dixwaze û wiha got: “Bila hestiyên wî bidin min ku ez veşêrim û her rojên înê biçim ser gora wî. Niha dest û lingên min girêdayî ne nikarim tiştekê bikim. Ez bang li dewletê dikim hestiyên min bidin min.” Aydogan, anî ziman ku dema diçû Qada Galatasarayê weke ku hevjînê wê li wê derê be kêfa wê dihat û wiha axivî: “Ew der jî girtin. Ez gelek dixwazim biçim wê derê. Bila wê derê ji me re vekin.”   EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN   Keça Aydogan, Nejbîr Aydogan jî wiha got: “27 salin me tu car dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda, em dest jê bernadin jî. Dema bavê min hat windakirin ez yek salî bûm. Bavê mi nayê bîra min. Ez tenê ji wêneyên wî û vegotinên dayika xwe dizanim. Bavîtî çiye nizanim. Ev maf ji destê min girtin. Em mecbûr in vê têkoşînê bidomînin. Bi dehan mirovên weke min hene. Ez ne tenê me. Em vê têkoşînê bi hev re dimeşînin. Em dixwazin vê têkoşînê li Qada Galatasarayê bimeşînin. Em tu car destan ji wê qadê bernadin.”   EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN   Ji Mirovên Şemiyê Canan Korkmaz daxuyaniya çapemeniyê xwend. Korkmaz daxwaza malbatê ya “Bila ev siyaseta bêgoriyê bi dawî bibe, bila rastî bê ronîkirin û edalet pêk were” bi bîr xist û çîroka Nîhat Aydogan xwend.    DI RAFÊN BI TOZ DE TÊ RAWESTANDIN   Korkmaz, dazanîn ku hemû serlêdanên malbata Aydogan ên heta niha kirine bê encam mane û wiha got: “Têkildarî windahiyên Midyadê ku Nîhat Aydogan jî di nav de ye bi rêya Komeleya Mafê Mirovan serlêdanên ji nû ve hatin kirin. Piştî serlêdanên hatin kirin Dozgeriya Midyadê fezleke amade kir. Serdozgeriyê bi îdîaya ku tu agahî nîne ev kes hatine windakirin, bi daxwaza girtinê, dosya şand Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Doz hîn jî vekirî ye lê di rafên bi toz yên dadgehê tê rawestandin.”   EM Ê DEST JI DAXWAZA EDALETÊ BERNEDIN   Korkmaz, dazanîn ku wan daxwaz kir ku aqûbeta Aydogan bê aşkerakirin û derbarê failên sûc de lêpirsîn û darizandineke bi bandor bê kirin û wiha axivî: “Çiqas sal di ser re derbas bibin jî em ê ji bo Nîhat Aydogan û hemû windayên xwe dev ji edaletê, ji Qada Galatasarayê ku ev 174 hefte ne li me qedexe ye bernedin.”