Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn 2021-12-18 15:12:47   EDENE - Ji bo Serkan Dîkme yê di heyama qedexeya derketina derve li Geverê jiyana xwe ji dest dabû û piştî 5 salan hat veşartin li Ceyhanê şîn hat dayîn.    Serkan Dîkme yê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPG) di serdema qedexeya derketina derve ya li navçeya Gevera Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan radestî malbata wî hat kirin. Malbatê duh bi şev cenaze li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê veşart. Malbatê ji bo lawê xwe li mala xwe ya li taxa Yersuat a navçeya Ceyhanê şîn danî.    Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) û gelek kes beşdarî şînê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin.