Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin 2021-12-18 15:41:00   STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” de hat xwestin ku girtiyê nexweş Azîz Tufan ê 73 roj in di hucreya yek kesî de tê ragirtin, were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 508’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li avahiya xwe ya li Taksîmê li dar xist. Endamên Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Azîz Tufan ê li Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind tê ragirtin û pankarta “Bila girtiyê nexweş Azîz Tufan were berdan” daliqandin.    Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD’ê Mehmet Acettîn da zanîn ku ji ber xemsariya rayedaran û îdareyên girtîgehan di çend rojên dawî de Garîbe Gezer, Abdurezak Suyur, Halîl Guneş û Ilyas Demîr jiyana xwe ji dest dan.    REWŞA WÎ GIRAN E    Acettîn anî ziman ku girtiyê nexweş ku rewşa wî giran e Azîz Tufan li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin nexweşînên wek vertîgo, mîde û rûviyan pê re heye û divê li şûna ku wî li ser hev bibin nexweşxaneyê lê 73 roj in di qawîşa yek kesî de hatiye ragirtin û pişt re birine qawîşa asayî.    ‘PIŞTEVANIYA ZAROKÊN ME BIKIN’    Acettîn nameya dayika Tufan, Yesure Tufan ku ji komîsyona wan re şandiye xwend û destnîşan kir ku dayik di Nobeda Edaletê ya li Amedê ji aliyê malbatan ve hatiye destpêkirin de cih digire. Acettîn anî ziman ku dayik di nameya xwe de destnîşan kiriye ku ew naxwazin zarokên wan di hepsan de bimirin û dixwaze her kes piştevaniya zarokên wan bike û ew fikarin ku zarokên wan li hepsan bimirin. Acettîn di nameyê de diyar kiriye ku ji ber xemsariya rayedarên îdareyê û dewletê ew hevdîtina li hepsê protesto dikin.    Acettîn xwest Tufan û hemû girtiyên nexweş demildest werinberdan û banga hestiyariyê li raya giştî kir.